Dagirkirina peravên Gola Wanê zêde bû
Dagirkirina peravên Gola Wanê zêde bû
Dagirkirina peravên Gola Wanê zêde bû
Peravên Gola Wanê ligel sazî û lijneyên fermî yên dewletê di bin navê kampên betlanê de hatin parselkirin. Li dora golê Midûriyeta Polîsan, Cerdermeyan, Qerekol, DSÎ, Maliyet, Sporên Avê û her wekê din ji bo xwe kampên taybet ava dikin. Gelê Wanê jî ber vê dagirkiriye îsal jî ji Gola Wanê dur ketin. Hevşaredara Edremîtê Rojbîn Sevîl Çetîn, der barêmijarê de axivî û got ew xebatan dimeşînin û got dê mijara dagirkirina peravê çareser bikin.
Gola Wanê ku bi salane bûye wek depoya bermahiyan, ligel vê qirêjiyê di bin dagirkeriya sazî û lijneyên dewlet û sektora taybet de ye. Li şerîda perava Wan, Erdîş, Tetwan, Edremît, Elcewaz, Xelat û Gevaşê hinek herêm ji aliyê saziyên dewletê ve hatine parselkirin. Bi taybet cihên musaît di bin navê ‘kampên betlanêde’ hatine parselkirin. Der barê mijarê de bi salen bang tên kirin lê dewlet bê denge. Gola Wanê kirine rast û gelê Wanê êdî cih nabîne ku nêzî Golê bibe. li gorî Kanûna Peravê ya hejmar 3621’ê, divê dewlemendiyên çandî û xwezayî yên şerîda peravê li gorî fêdeya civakê bê bikaranîn. Lê ligel vê jî rayedarên dewletê vê binpê dikin.
JI SEDÎ 90 GEL DIXWAZIN KAMPÊN FERMÎ BÊN GIRTIN
Hevşaredara Edremîtê Rojbîn Sevîl Çetîn jî diyar kir ku der barê mijarê de komîsyoneke parastinê ava kirine û got ew hedef dikin ku pêşî li van texrîbatan bigirin. Çetîn got: “Bi dehan carî ku ji ev cih ji gel re bên vekirin, em ketin hewldanan lê saziyên fermî ev kamp ranekirin. Ji ber vê jî me meclisa şaredariyê biryar da ku em bi gel re biçin peravê û seyranê bikin. Di heman demê de Komîsyona Îmra û Komîsyona Tenduristiya Ekolojiyê ji bo ku van avahiyên li dora golê kontrol bikin û nêrîna gel bigirin anketek pêk anîn.
Ji sedî 90 welatiyan diyar kirin ku ew ji van kampan fêdeyê nagirin û got divê ev cih demildest beyî pere ji gel re bên vekirin. Ji bo kargeriyên taybet bên rakirin xebat hat kirin lê xwediyên kargereriyan jî diyar kirin ku bi erêkirina saziyên fermî ev der vekirine û diyar kirin ku ger saziyên fermî cihên xwe ra bikin ew jî dê rabikin. Em wek şaredariyê ji bo perava Golê ji gel re bê vekirin dê biryarên radîkal bigirin.
ŞAREDARIYA EDREMÎTÊ BIRYAREK MÎNAK GIRT
Serokê ÇEV-DER’ê Alî Kalçik jî der barêmijarê de axivî û diyar kir ku qanûna Peravê ya hejmar 3612 li Wanê tê binpêkirin û got ligel qanûna peravê gel ji golê fêdeyê nagire. Kalçik wiha got: “Saziyên dewletê li cihên herî xweş yên peravê tesîsan înşa dikin û dora wê jî bi têlan digirin. Kampên Midûriyeta polîsan, cendermeyan, Riyên Bejayî, DSÎ, Maliye û Sporê Avê hene. ligel vê sektorên taybet jî kampan ve dikin. Van sektorên taybet jî ji saziyê dewletê destur girtine. Yanî Gola Wanê ji welatiyên Wanê re hatiye qedexekirin. Welatî li qadên ku nehatine dagirkirin jî ji ber ku av ne paqije nekarin bikevin avê. Di demeke nêzde şaredariya Edremîtê biryar girt ku saziyên fermî divê ji gel re van kampan vebikin lê hêj nehatiye pêkanîn.
Kalçik da zanîn ku Waliyê Wanê li dijî dagirkirina peravê bêdeng dimîne û biryarê erê dike û got di havîna 2014’an de jî ev wisa berdewam kirin.