Dagirkeriya Tirk a li Efrînê hate şermezarkirin

Kurdistaniyan dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê şermezar kirin, li Stûttgartê çalaki kirin. Welatiyên Belçîkî jî dîmenên çalakiya ku li ber Konsolosxaneya Tirk  kirin, weşandin.

Kurdistaniyên li Stûttgartê ji bo ku dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar bikin çalakiyek kirin. Bi pêşengiya Platforama Xwedîderketina li Efrînê ya Stûttgartê li meydana Schloss Platzê konê nobetê hate danîn û belavokên ‘’Efrînê biparêzin’ hatin belavkirin. Di dema çalakiyê de dirûşmên ji bo Efrînê

BRÛKSEL

Belçîkîyan dagirkeriya Tirk û çeteyên wan ên li ser Efrînê şermezar kirin û dîmenên çalakiya li ber Konsolosxaneya Tirk weşandin. Koma ku çalakî kirî got, armanca wan şermezarkirin êrîşên dewleta Tirk e.

Komeke aktîvîst Yekşema bihurî li Brûkselê, li ber Konsolosxaneya Tirk çalakî kiribû, dîmenên vê çalakiyê hatin weşandin. Aktîvîstên Belçîkî li dijî daxuyaniya  Konsolosxaneya Tirk ku gotibû, ‘’Alîgirên PKK’ê çalakî kirine’ gotin, ‘’Ev çalakî bi mebesta şermezarkirin dagirkeriya ser Efrînê ya dewleta Tirk were şermezarkirin û bi mebesta desteka li berxwedana Efrînê hatiye kirin.’’

Aktîvîstan pankarta ‘’Efrîn shall Overcome’’ (Efrîn wê heq jê derkeve) vekirin û dîwarê Konsolosxaneya Tirk bi renge kesk, sor, zer boyax kirin. Komê dagirkeriya li ser Efrînê bi dirûşman şermezar kirin û nivîsên ‘’Bijî şoreş’’, ‘Hevgirttina bi Rojava re’ nivîsîn.