Dagirkerî li Trondheîm û Munchenê hate şermezarkirin
Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarê Trondheîm ê Norwêcê û Munchen ê Elmanyayê daketin qadan û êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Kurdistanî tevî dostên xwe li bajarê Trondheîm ê Norwêcê û Munchen ê Elmanyayê daketin qadan û êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Li bajarê Trondheîm ê Norwêcê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.
Kurdistanî tevî dostên xwe bi banga Komîteya Piştevaniya Rojava li meydana Torgê li hev kom bûn û ji bo boykotkirina malên Tirk belavok belav kirin. Her wiha nerazîbûn nîşanî bêdengiya hikumetên Ewropayê dan.
MUNCHEN
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk, li bajarê Munchenê jî bi çalakiyekê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyan û dostên wan li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk li sivîlan dike bang li raya giştî ya navneteweyî kirin.
Di çalakiyê de li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dirûşmên ji bo piştevaniya Rojava hatin qîrîn.