Dadgeriya Tirk cezayê pereyan da wekîlên HDP’ê
Dadgeriya Tirk cezayê pereyan li wekîlên HDP’ê Birlîk û Yildirim birî.
Dadgeriya Tirk cezayê pereyan li wekîlên HDP’ê Birlîk û Yildirim birî.
Dadgehê li Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim bi hinceta ku "muxalefeta civîn û xwepêşandana kirine" 227 TL cezayê pereyan li wan birî.
Dadgehê li Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Parlementera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim a li Girtîgeha Kandirayê girtî ye bi hinceta ku di 19 Tîrmeha 2016'an de li ber deriyê Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê bi daxuyaniyekê piştgirî dane girtiyên jin, ji her yekê re 227 TL cezayê pereyan birî. Buroya Îdarî ya Kirdariya Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê bi nivîskî ragihand ku sedema cezayê jî wek qedexeya walitiyê ya "muxalefeta civîn û xwepêşandana kirin" ye. Bîrlîk û Yildirim wê heya 15 rojan bikaribin ji bo cezayê îtiraz li Dadgeha Sulhê ya Mêrdînê bikin.