Dadgehê xwest mexdura tecawizê bi zorê bînin danişînê

Dadgehê xwest mexdura tecawizê bi zorê bînin danişînê

3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê biryar da ku jina dayika zarokekî ye a bi navê N.K ku bi zora kêrê rastî tecawiza du kesan hat bi zorê bînin danişînê.

Serdozgeriya Komarê bi îdiaya ku di Adara 20132an de jina bi navê N.K rastî tecawiza du kesan hatiye der barê Ş.B û H.D de lêpirsîn da meşandin û temam bû.

Dozgeriyê da zanîn ku mexdu li Bursayê dijî û du meh berê beriya buyerê hatiye mala bavê xwe ya Amedê. Hat gotin ku mexdur N.K di vê navberê de gumanbar H.D nas kiriye û dem bi dem hevdîtin kirine. Roja buyerê H.D bi telefonê li N.K geriyaye û hatine cem hev. Di vê navberê  Ş.B tê cem wan û bi zora kêrê N.K dibin cihekî bê deng û tecawiz dikin.

Hat diyar kirin ku ji ber tecawizê tenduristiya ruhê mexdurê xera bûye û der barê gumanbaran de 12 sal ceza hat xwestin. Piştî îdianame hate qebûlkirin danişîn li 3’emîn dadgeha Cezaya Giran hat dîtin û gumanbar H.D û Ş.B amade bûn. Mexdur N.K tevli nebû.

PIŞTÎ TIRYAKÊ TECAWIZÎ

Heyeta dadgehê mafê axaftinê da gumanbar Ş.B û sûcdariyên li wî hat kirin qebûl nekir û got: “Roja bûyerê me bi hev re tiryak bikaranî. Ji bilî vê tu tişt nayê hişê min ku me tecawizê muştekê kiriye.  Min N.K bi hevkariya H.D nas kir. N.K tiryak anîbû cihê bûyerê. Min jî bîra anîbû. Ez bê sûcim. Ger hatibe kirin jî min bi zorê nekiriye. N.K bidaxwaza xwe hatiye. Heta ji min re got; bên Bursayê ez ji we re xanî bigirim, li wir diziyê bikin. Lê min ev qebûl nekir.

H.D jî got; Ez N.K 4-5 sale nas dikim. Di navbera me de tu têkilî zayendî çênebû. Roja bûyerê jî nayê hişê min. N.K heb dan min. Ji ber vê tiştek nayê hişê min.”

Heyeta dadgehê navber da danişînê û biryara domandina girtina wan da. Her wiha biryar dan ku bi zorê N.K bînin danişînê û danişîn taloq kir.