Dadgehê guh neda biryara Dadgeha Bilind a girtina cemxaneyê

Dadgehê guh neda biryara Dadgeha Bilind a girtina cemxaneyê

Dadgeha huqûqê ya 16’emîn Asliyê ya Enqereyê ligel biryara xerakirinê ya Dadgeha Bilind di biryara xwe ya ku xemxaneyê cihên perestgeha elewiyane de israr kir.

Serdozgeriya Enqreyê ji ber îfadeyên ‘Malên Cemê cihê îbadetê ne’ ya rêziknameyê de cih girtibûn der barê Komeleya Çêkirina Cemxaneya Çankayayê de doz vekiribû û doz li Dadgeha Hiqûqê ya 16’emîn Asliyê ya Enqreyê pêk hat. Dadgeha ku berê jî gotibû cemxane perestgeha Elewiyan e, di biryara ku Dadgeha Bilind xera kiribû de şûnde gav neavêt. Dadgehê bi van gotinan; “Cemxane bi sedsalan in weke cihê perestinê ya Elewiyan hatiye bikaranîn û di nava civkê wisa hatiye qebûlkirin. Hevoka ‘Cenxane perestgeh e” ya di rêziknameyê de cih girtiye, ne li dij 2’emîn Xala Makeqanûnê ye, lê bi qanûnan hatiye qedexekirin’ di biryara xwe de israr kir.

Dadger Yaşar Eren der barê redkirina biryara dadgehê ya ku bila cemxane bên girtin de axivî û got ku ev biryar di cih de ye û Dadgeha Bilind di girtina komeleyê de israr kir. Dosya dê biçe ber Lijneya Giştî ya Hiqûqa Dadgeha Bilind. Biryara dawî dê lijneya giştî bide.