Dadgehê biryara hilweşîna Gola Çetu da

Dadgehê biryara hilweşîna Gola Çetu da

Dadgehê ji bo Parqa Gola Çetu ku di nav de bi hezaran dar heye û 16 hezar û 500 metrekareye ya wek warê pîroz yê Dêrsîmê tê dîtin, biryara hilweşînê girt.

Bi temamkirina Santralên Hîdroelektîrîk û Bendeva Uzunçayîr ya ku çêkirina wê di sala 1994’an de dest pê kir û li ser Çemê Munzurê hta avakirin, di sala 2010’an de hat temamkirin û ava wê girtin. Lê derket holê ku Parqa Gola Çetu ya ku di têketina Dêrsîmê de cih digire û ji bo Elewiya pîroze di nava qada girtina avê ya bendavê de maye.

Li ser bertekan di 2011’an de bi hewldanên Walitiya Dêrsîmê, şaredariya Dêrsîmê ev qad ji bo ji derveyê qada avê bimîne, xebatên tijekirinê dan meşandin û ev kirin parq.

Dema karên girtina avê temam bû û bendevê dest bi hilberîna elektîrîkê kir, DSÎ diyar kir ku ev qada parqê dikeve bin sahaya bendavê û serî li dadgehê da.

Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê di 25’ê sibata borî de biryara rakirina parqê da.  2 mîlyon 200 hezar lîra pere ceza li şaredariyê birî. Biryara dadgehê jî hefteya borî şandin ji şaredariyê re.

Şaredara Dêrsimê ya BDP'ê Edîbe Şahîn biryara şaredariyê rexne kir û got gelê Dêrsîmê dê teqez destûrê nede hilweşîna vê parqê. Şaredar Şahîn got wan îtîrazê biryarê kirine û di rewşa ku biryar neyê guhertin de dê serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê bidin.