Dadgeha Tirkan tecawizkarên zarokan tehliye kir!

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 4 bersûcên ji ber tecawiza li zarokan hatibûn girtin, îro hatin berdan.

Li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê 4 kesên bi  navê A.B., C.H., M.Y. û M.B. yên ku di sala 2018’an de tecawizî 4 zarokên bi navê S.A., E.A., S.A., û L.Y., kiribûn doza wan li Dadgeha Cezayê Giran a Wêranşarê hate kirin.

Komîsyona Mafên Zarok û Jinan a Baroya Rihayê daxwaza mudaxilbûna dozê kiribû, dadgehê ev daxwaz red kir.

Dadgehê bêyî hincet derbarê 4 bersûcên qedexeya derketina derve da û ev kes tehliye kir.

Rûniştin taloqî 23’ê Îlonê hate kirin.