Dadgeha Tirk 2 sal ceza da Keşeyê Sûryan
Dadgeha Tirk 2 sal û 1 meh ceza li Keşeyê Sûryan Sefer (Aho) Bîleçen birî.
Dadgeha Tirk 2 sal û 1 meh ceza li Keşeyê Sûryan Sefer (Aho) Bîleçen birî.
Keşeyê Dêra Mor Yakûp a Nisêbînê Sefer (Aho) Bîleçen 9’ê çileya 2020’an li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tevî 10 kesan hatibû destgîrkirin û 10’ê çile jî hatibû girtin.
Bîleçen 14’ê çileya 2020’an hatibû berdan, bi halê negirtî dihat darizandin. Danişîna biryara doza Bîleçen ku bi îdiaya “endamê rêxistinê ye” dihat darizandin li Dadgeha Cezayê Giran a 4'an a Mêrdînê çêbû. Bîleçen neçû danişînê nebû.
Dozger bi îdiaya “alîkarî daye rêxistinê” xwest keşe Bîleçen were cezakirin. Şandeya dadgehê biryara xwe da û bi heman hêncetê 2 sal û mehek cezayê zindanê li Bîleçen birî.