Dadgeha Destûra Bingehîn: Komkujiya Enqereyê bi qisûra rêveberiyê bû

Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê, biryar da ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin.

10'ê Cotmeha 2015'an li ber Gar a Trenê ya Enqereyê di dema Mîtînga Demokrasî, Aştî û Kedê de DAÎŞ'ê komkujî kiribû. Hasan Kiliç ku di vê komkujiyê de birîndar bû, ji ber binpêkirina mafê jiyanê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dabû, ku biryar li ser vê serlêdanê hate dayin.

Kiliç di serlêdana xwe de diyar kir ku di encama êrişa bombeyî de ya ku meqamên cemaweriyê dikarîbû pêşî lê bigire, ew birîndar bû û xwest zerarên lê bûye bê tazmînkirin.

METNA BIRYARÊ

Di biryara dadgehê de wiha hate gotin, "Îdîaya li ser binpêrkirina mafê jiyanê dikare bê qebûlkirin, li gorî xala 17'an a Destûra Bingehîn mafê jiyanê ji aliyê ûsilê ve hatiye binpêkirin, ji bo encamên binpêkirina asta ûsilê ya mafê jiyanê ji nû ve darizandin bê kirin, mînakek biryarê ji 6'emîn Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê re bê şandin. Bi yekdengî biryar hate dayin ku daxwaza serlêdêr a ji bo tazmînatê bê redkirin, mînakek biryarê ji Wezareta Edaletê re bê şandin."