Dadgeh wê li Pekîn guhdarî bike ku gotibû 'Yeşîl' sax e

Di rûniştina doza kuştina Mûsa Anter de biryar hate dayin ku li Serokê berê yê Daîreya Serokatiya Fermandariya Giştî Îsmaîl Pekîn bê guhdarîkirin ku Pekîn gotibû Mahmût Yildirim bi navê kod 'Yeşîl' sax e

Piştî ku dosyayên doza li ser kuştina Mûsa Anter û doza bingehîn a JÎTEM'ê bûn yek, rûniştina 9. a dozê li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê pêk hat. Di doza yekkirî de endamê JÎTEM'ê bi navê kod 'Yeşîl' û 4 bersûcên din jî di nav de, 16 endamên JÎTEM'ê weke bersûc tên darizandin. Parêzerên HDP'ê Mensûr Işik û Abdullah Koç jî rûniştina dozê şopandin.

Ji parêzeran Selîm Okçûoglû di rûniştina dozê de diyar kir ku burokrasî pêşî li eşkerebûna rastiyan digire û bi taybetî xwest li Pekîn ê ku digot 'Yeşîl dijî' bê guhdarîkirin.

Ji parêzerên bersûcan Hîkmet Îşler xwest ev daxwaza Okçûoglû bê redkirin.

Serokê dadgehê Şukru Onat Tekînalp biryara xwe eşkere kir û rûniştina dozê ji bo 14'ê Mijdarê taloq kir.

Biryar hate dayin ku li Serokê berê yê Daîreya Îstîxbaratê ya Serokatiya Fermandariya Giştî Îsmaîl Hakki Pekîn bê guhdarîkirin, ku Pekîn beriya niha gotibû Mahmût Yildirim bi navê kod 'Yeşîl' sax e.