Dadgeh di panîka Tîrmehê de ne!

Dadgeh di panîka Tîrmehê de ne!

Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê "dema dirêj a ragirtinê" de, dadgehên ku lê dozên siyasî tên dîtin di şûna mûxalîfên bi salane tên darizandin serbest berdin, dema wan a parastinê qut dikin û hewl didin di nava meha Tîrmehê de bi lez û bez cezayan bibirin.

Dadgeha Destûra Bingehîn, guhertina ku dema herî zêde ya ragirtinê ya dozên diyasî derdixîne 10 salan, di meha Tîrmehê de betal kir. Li gorî qanûna ku di nava raya giştî de weke 3. pakêta dadgeriyê dihat nasîn "Di sûcên li dijî ewlekariya dewletê, li hemberî pergala destûra bingehînî, karên sîxuriyê û sûcên li dijî sirên dewletê de, dema ragirtinê dê du qat ji dema di CMK de hatiye diyarkirin were zêdekirin", lê ev guhertin li dijî rewşa 'bi pîvanî' û destûra bingehîn hat dîtin. Dadgeha Destûra Bingehîn da xuyakirin ku 'di vê mijarê de erka teqdîrê ya dadgehan jî heye' û pêkanîna biryarê hişt salek pêş.

HIKÛMET TEVNAGERE

Li dû vê biryara Dadgeha Destûra Bingehîn, hikûmet bêyî li benda salekê bimîne xwedî derfetane ku li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Peyamana Mafên Mirovan a  Ewropayê sererastkirinê çê bike. Lê belê di vê mijarê de ji hikûmetê ti gav nehatiye avêtin. Dadgeh jî, di şûna ku bersûcên girtî serbest berdin û wan bi serbestî darezînin, hewl didin di nava meha Tîrmehê de bi lez û bez cezayan bidin.

Dozên sereke yên dadgehên Tirkiyê hewl dide bi lez û bez biryara wan bide doza bi navê "Gaye" ya tê de sosyalîst tên darizandin û dozên 'KCK' yên li Stenbolê ne.

DI DOZA GAYE DE JI DEMA PARASTINÊ HAT KÊMKIRIN

Di operasyona 10'ê Îlona 2006'an de ku Waliyê hingî yê Stenbolê Mûammer Guler navê "Operasyona Gaye" lê kir de, 26 sosyalîst hatin binçavkirin û girtin.

Tevî Gerînendeyê Giştî yê berê yê Rojnameya Atilim Îbrahîm Çîçek, Koordînatorê Weşana Giştî Sedat Şenolgû û nivîskarên Rojnameya Atilimê Bayram Namaz û Arîf Çelebî, Koordînatora Weşana Giştî ya berê ya Ozgur Radyo Fusûn Erdogdû gelek sosyalîst, piştî 14 rojan cara yekemîn derfet dîtin derkevin pêşberî dadger.

Di dema darizandina 7 salan de 17 sosyalîst hatin tahliyekirin. 9 sosyalîst hînê bi awayekî girtî tên darizandin. Di rûniştina 30 Cotmehê ya li 10. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê, tê payîn biryar were dayîn.

Di rûniştina 24'ê Îlonê de dema parêzer û sosyalîstên girtî ji bo parastina dawî dem xwestin, mehkemeyê xwest bi tenê hefteyekê demê bide. Piştî nîqaşeke tengav a di navbera parêzer û heyeta dadgehê de, ji bo parastinê heta 30'ê Cotmehê dem hat dayîn. Balkêş bû ku Serokê Dadgehê got, "Emê di 30'ê Cotmehê de destpê bikin, eger pêwîst be heta sibehê emê bixebitin. Lê emê wê rojê ji sedî sed biryarê bidin."

DADGEH DIXWAZE DOZA ÇAPEMENIYÊ DI 2013'AN DE BIQEDÎNE

Di dozên KCK'ê yên li Stenbolê de, di şûna darizandina bi serbestî de balkêşe ku dadgeh hewl dide bi lez û bez biryarê bide. Di 'Doza Çapemeniyê ya KCK'ê' de ku 20 girtî 46 rojnamevan tên darizandin, 15. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dixwaze heta dawiya vê salê dozê biqedîne. Doza Çapemeniyê wê di navbera rojên 38'ê Cotmeh-1'ê Mijarê de dewam bike. Di Doza Parêzeran a KCK'ê û Doza Bingehîn a Stenbolê de jî balkêşe ku dadgeh bi lez û bez tevdigerin.

NE WEKHEVÎ BI PÎVANÎ

Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a der barê 'dema dirêj a ragirtinê' de erka 'teqdîrê' dide dadgehan, destê dadgehên ku ji xwe erka teqdîrê ji bo dirêjkirina demê bikar tîne, xurtir kir. Her ji ber ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ne li gorî rewşa 'wekheviy' li gorî rewşa 'bi pîvanî' da, ev yek tê wateya dewamiya dirêjkirina dema ragirtinê. Eger dadgehê li gorî pîvana 'wekheviyê' biryar bidabûya, 5 salên ragirtinê yên ji bo girtiyên edlî tê pêkanîn, dê ji bo girtiyên siyasî jî derbas bûya, yên 5 salên wan di darizandinê de bihurîbûn, serbest bihata berdan.

Guhertina "Di dozên edlî de dema ragirtinê 5 sal, di dozên siyasî de herî zêde 10 sal" di sala 2005'an de bi guhertina li Mûhakemeya Ceza ket meriyetê. Lê belê pêkanîna vê qanûnê destpêkê taloqî Nîsana 2008'an, dûre jî taloqî Mijdara 2011'an hat kirin. Ji ber ku qanûn bi derengî ket meriyetê, dema ragirtinê jî dirêj bû.

Biryaryeke Daîreya 9. a Ceza ya Dadgeha Bilind, ku beriya 2 salan dabû, bûbû sedem ku dema ragirtinê di pratîkê de dirêj bibe. Li gorî vê biryara ku dadgehên herêmî ji xwe re weke 'pîvan' dibînin, dema ragirtinê ya darizandinê ya li qonaxa Dadgeha Bilind, li dema ragirtinê ya dirêj nayê zêdekirin.