DAD'ê operasyona qirkirina siyasî şermezar kir

DAD'ê qirkirina siyasî şermezar kir û got, "Em ê li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Bêdengî tê wateya ketinê."

Şaxê Edeneyê yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) qirkirina siyasî ya li hemberî 20 kesan şermezar kir ku Hevseroka Giştî ya DAD'ê Kadriye Dogan jî di nav de ye.

Rêveberê Navenda Giştî ya DAD'ê Zeynel Kete nerazîbûn nîşanî zext û êrîşên desthilatdariyê yên li ser nûnerên saziyên Elewiyan û muxalîfan.

Kete binçavkirina 20 kesan şermezar kir û got, "Di serî de Hevseroka me Kadriye Dogan divê canên me yên din ên li ser zemîna demokratîk siyasetê dikin lê hatin binçavkirin, tavilê bêne berdan. Em ê li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Zext nikarin bi me. Bêdengiya li hemberî zilmê tê wateya ketinê. Dem bêxwedî, mezlûm bêçare nîne."