DÎSK'ê di nav dorpêça polîsan de çelenga 1'ê Gulanê danî Taksîmê
Heyeta Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li gel qedexe û dorpêça polîsan jî ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karkeran çeleng danî ber Bîrdariya Komarê ya li Taksîmê.
Heyeta Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) li gel qedexe û dorpêça polîsan jî ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karkeran çeleng danî ber Bîrdariya Komarê ya li Taksîmê.
Heyeta DÎSK’ê ku Seroka Giştî Arzu Çerkezoglû jî di nav de bû, hate pêşiya Konsolosxaneya Alman a li Taksîmê. Şandeya DÎSK’ê, ji vir bi dirûşm û çepikan ber bi Qada Taksîmê ve meşiya. Şandeya DÎSK’ê, dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bi tena serê xwe rizgarî tune ye yan bi hev re yan tu kes ji me” û “Qeyûm wê biçin em ê bimînin” berz kirin û çeleng danîn ber bîrdariyê.
Arzu Çerkezoglû li vir axaftineke kin kir û banga tevlibûna mitînga Kadikoyê li her kesî kir. Çerkezoglû, got ku Qada Taksîmê qada 1’ê Gulanê ye û ev tişt anî ziman: “Bi salan ji bo azadiya 1’ê Gulanê û Taksîmê em têkoşiyan. Li her devera cîhanê karker û kedkar ku derê destnîşan bikin, 1’ê Gulanê li wir pîroz dikin. Lê li welatê me bi sala ye Qada 1’ê Gulanê qedexe ye. Lê dîsa jî em ê Taksîmê rizgar bikin. Tevî hemû zextan jî em ê daxwaza aştî û edaletê ya civakê pêk bînin. Dê kedkar, jin û ciwan li her kolanên Tirkiyeyê biherikin qadên 1’ê Gulanê. Dê 1’ê Gulanê bi ser keve, edalet bi ser keve, em ê bi hev re bi ser kevin. Dema em bi ser ketin dê demokrasî û edalet jî bi ser kevin.”