Covîd-19: Hejmara qurbaniyên li DYE'yê ji yên Şerê 1'emîn ê Cîhanê bihurî

Li DYE'yê hejmara mirovên ji ber Covîd-19 jiyana xwe ji dest dan, ji hejmara leşkerên di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de jiyana xwe ji dest dan bihurî.

Vîrûsa koronayê ya nû ku meha Kanûnê li Çînê der bû, li tevahiya cîhanê heta niha bûye sedema mirina 446 hezar kesî. Li 196 welatan û herêman 8 milyon û 300 hezar kes bi vîrûsê ketine.

Li DYE'yê, yekemcar di meha Sibatê de bi rengekî fermî hate ragihandin ku mirovan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. DYE ew welat e ku di mijara hejmara qurbaniyan de bandora herî giran lê bûye. Li DYE'yê zêdeyî 119 hezar kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane. Li 2 milyon û 208 hezar kesî tespîta vîrûsê hate kirin. Di nava 24 saetên dawî de 760 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî daneyên fermî yên li DYE'yê, di dema Şerê Yekemîn ê Cîhanê de 116 hezar û 500 leşkerî jiyana xwe ji dest dan. Hejmara mirovên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan, ji hejmara leşkerên Emerîkî yên di şerê 20 salan ê Vîetnamê de jiyana xwe ji dest dan derbas kir.

Piştî DYE'yê, li Brezîlyayê 45 hezar û 400 kes ji ber vîrûsê mirin û di rêza duyemîn de ye. Li Qraliyeta Yekbûyî 41 hezar û 969 kesî jiyana xwe ji dest dan û di rêza sêyemîn de ye. Li Îtalyayê 34 hezar û 405 kesî, li Fransayê jî 29 hezar û 547 kesî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan.