Çorabatir: Penaber rastî kedxwarinê tên

Çorabatir: Penaber rastî kedxwarinê tên

Çorabatir anî ziman ku ji bo sedhezaran penaberên ji Sûriye û Iraqê hatine di peymanên navneteweyî de kêmasî hene û ev jî li Tirkiyeyê bi van kêmasiyan tê meşandin. Çorabatik got ku penaberên tên Tirkiyeyê tên mêtin û  zehmetiyên di peymana navneteweyî de li Tirkiyeyê tên jiyîn.  

Hikûmet diyar dike ku di sala dawî de mîlyonek û nîv penaber hatine Tirkiye. Kurd, Ereb, Tirk, bi sedhezaran kes li bajaran cuda parsekiyê dikin. An jî bi erzanî tên xebitandin. Hikûmetê jî got ku wê der barê penaberên Sûriyeyê de karta nasnameyê derxe. Lê ji Şengalê jî bi hezaran penaber hene.

Der barê rewşa penaberan de em bi endamên damezrînerê ÎGAM’ê Metîn Çorabatir re axivîn.

DIVÊ STATU BÊ NÎQAŞKIRIN

Çorabatir anî zimin ku di meseleya penaberên di asta ‘mîvan’ û ‘turîstan’ de ne mijara statuyê bi nîqaşe û wiha got: "Li gorî hiqûqnasên navneteweyî, tişta ku kesan dike penaber ji statuya wan wêdetir, şert û mercên ku wan ji welatê wan derdixe ye. Dema mirov wisa binêrin, li Sûriyeyê şerê navxweyî heye. Ev mirov di bin tehdîdan de ne. Eleqeya hinek mirovan pê tûne. Di bin bombeyan de dimînin. Direvin. Sedema wan a koçberiyê heye. Ew ji kêfa xwe narevin. 

YE’Ê JI BO STATUYA PENABERAN TÊGEHA NÛ ANÎ

Çorabatir bal kişand ser peymana Cenevreyê ya 1951’ê û got: “Mafên bo penaberan hatiye nasîn heye. Hukmên zêde yên dewletan hene. Têgeh dem bi dem tê guhertin. Piştî şerên Bosnayê YE’yê ev pêş xist. Têgeha ‘parastina derbasbûyî’ anîn. Dema koçberiya girseyî pêk bê, parastina derbasbûyî jî tê. Di 2001’ê de talîmateke wisa weşand. Ev jî ji aliyê NY û civakên Navneteweyî ve hate qebûlkirin.

DI QANÛNA NÛ DE NAVEROK TUNE

Çorabatir anî zimain ku dema di Nîsana 2011’an de penaber hatin Tirkiyeyê, ji bo wan gotin mêvan û polîtîkaya deriyê vekirî hat pêkanîn. Çorabatir wiha got: “ Ev têgeh berê ji bo Boşnak, Bulgar û komên etnîk ên Tirk hat bikaranîn. Di hiqûqa navneteweyî de tu bersiva wê tune bû. Di Nîsana 2013’an de qanûnan derbas bû. Di 91’emîn xala wê qanûnê de tê gotin ku di koçberiyên girseyî de çi tê kirin. Dema mirov li naveroka vê dinêrin tiştek tune. 

PENABER TÊN MÊTÎN

Çorabatir destnîşan kir ku di qanûnê de tê gotin ku ‘ji aliyê lijneya wezîran ve bi rêziknameyê tê sazkirin’ lê rêziknameya mijara gotinê ye hê derneketiye û wiha berdewam kir: “Talîmatên parçe bi parçe dertên. Ji bo ku ji derfetên tenduristiyê fêdeyê bigirin. Der barê perwerdeyê de talîmata nû derket. Ji bo penaberên Sûriyeyê wê pêk bê. Êzîdiyên ji Iraqê hatin hene. Kî dibe bila bibe divê pêkanîna standartan li mirovan pêk bê. Di wir de kêmasî hene. Mînak ew kes bi qeçaxî dixebitin. Ev jî dibe sedema mêtinbûna wan. Karên ku bi 50-60 lîrayê tê kirin ew bi 10 lîrayê tê kirin. Divê ev bê rastkirin.

ÇARESERIYA MAYÎNDE NAYÊ AFIRANDIN

Çorabatir bilêv kir ku bi deh hezaran kesî ji Kobanê koç kiriye û bi koçberiyê de nifûsa bajaran jî zêde bûye û wiha got: “Bi hezaran kes parsekiyê dikin. Merciyên dewletê dibêjin hêza me hene. Li aliyê din jî banga alîkariyê li NY’ê dikin. Çareseriyeke mayînde nayê afirandin.

BILA HEQ Û HIQÛQA WAN DIYAR BE

Çorabatir anî ziman ku kesên li welat wê êdî bi penaberan re bijîn û li hinek cihan alozî tê jiyîn û wiha got: “Li Dîlokê alozî derket. Divê ji bo vê pêngav bên avêtin. Di nava kesên koçber bûne de endezyar, hiqûqnas û kesên perwerdekirî hene. Divê van bînin rewşa ku piştgiriyê bidin aboriya Tirkiyeyê. Divê vegerin polîtîkayên entegrasyonê. Divê Tirkiye van mirovan biparêze. Qadên bi ewle ava bike. 

ASTENGÎ LI TIRKIYEYÊ JÎ TÊ JIYÎN

Çorabatir diyar kir ku di talîmata parastinê ya YE’yê de, her çiqas mafê penaberan a Peymana Cenevreyê a 1951’ê nas neke jî sererastkirin hene û wiha got: “Ji sedî sed mafên Peymana Cenevreyê nayên nasîn. NY’ê ev wisa qebûl kiriye. Lê li Tirkiyeyê ev ne diyar e. Kêliyên parastina derbasbûyî ne diyar in. Polîtîkayên lihevhatinê tune ne. Hiqûqa navneteweyî dibêje ku nikare tam bibe penaber. Têgeha penaberan a 1951’ê zehmettir e. Di demê de li Ewropayê bûyer hatine dest girtin. Ji bo penaberan dibêjin ji rejîmê tirsayan e û reviyane. Ji bo kesên di nav şer Peymana Cenevreyê de valakiyek heye. Têgehek tune. Peymanên herêmî yên dawî, şîdeta ku hedef nîşan nade, têgehên şîdeta belavbûyî hene.

DIVÊ LI GORÎ STANDARTÊN JIYANA ROJANE BÊN SERERASTKIRIN

Çorabatir li ser peyaman rêxistina Yekîtiya Afrîkayê sekinî û wiha got: “Hiqûqa Navneteweyî ev peyman qebûl kir. Tirkiye ne alîgirê wê ye. Lê ji ber ku ketiya hiqûqa navneteweyî, ji bilî peymana Cenevreyê bi van têgehan statê tê dayîn. Ya girîng jî demê ewlehiya can, mafê jiyanê û mafê mirovan di xetereyê de be. Ji bo ewqas mirovên ku hatin Tirkiyeyê alîkariya xwedîbûnê bê kirin, li butçeyê bar tê barkirin. Divê ev mirov entegreyê jiyana aborî bin. Gelek aliyên wê hene. Ez mînakek bidim. Li Herêmê gelek wesayîtên plakayên Sûriye hene. Dema qezayê dike polîs plakayê naxwîne. Bi Erebî ye. Ji ber vê divê jiyana rojane li gorî standartan bê sazkirin.

LÊKOLÎN FIKARAN ZÊDE DIKE

Çorabatir da zanîn ku li ser penaberan lêkolînên cuda tên kirin û wiha got: “Me lêkolîneke li ser ku saziyên civaka sivîl li ku derê vê ye kir. Em bi zanîngeha Oxfortê di projeya wan de cih girti. Rewşa penaberên temenê wan di navbera 12-25’an de krîtîk e. Ev wek jenerasyona winda tê dîtin. Ciwanên keç û kur ên temenê wan di navbera 15-17’yî de li kolanê dimînin. Divê bo wan perwerdeyek kalîtelî bê dayîn. Ger sibê vegerin welatê xwe koma ku welat ava bikin ev in.”