ColdHackersê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de çalakî pêkanî
ColdHackersê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de çalakî pêkanî
ColdHackersê ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de çalakî pêkanî
Koma aktîvîsta Kurdan ColdHackers ji bo girtiyên di Girtîgeha Tekîrdagê de ku 27 rojin di çalakiya birçîbûnê de ne li feraziyê çalakiyek pêkanî.
Li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F ya Hêjmar 2, 19 jê girtiyên ji doza PKK’ê, 2 ji doza Biryargeha Şoreşgerî bigiştî 21 girtiyên ku ji ber pêkanînên keyfî û binpêkirina mafan ya îdareya girtîgehê çalakiya birçîbûnê ya bêdem û dorneveger ket roja 27’mîn.
Koma aktîvîstên Kurd ColdHackersê jî bi armanca piştgirîdayîna çalakiya girtiyan, gelek malperên înternetê yên aydê Tekîrdagê hack kirin. ColdHackersê ragihand ku, eger li dijî girtiyan ev pêkûtî berdewam bikin, ew dê çalakiyên xwe bidomînin.