CNN Turk sansûr pêk anî, Peqasûsê pîlot Altan ji kar avêt

Pîlot Bahadir Altan ku sedemê qezaya li Balafirgeha Sabîha Gokçen di weşana zindî ya CNN Turk’ê de vegot, Şîrketa Rêya Hewayî Pegasûsê ji kar avêt.

Balafira aîdî Şîrketa Pegasûsê roja çarşemê li dema ji Îzmîrê diçû Stenbolê li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê ji pîstê derket û qeza kir. Di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 180 kes jî birîndar bûbûn.

Piştî qezayê pîlot Bahadir Altan ê li Pegasûsê dixebite, televîzyona CNN Turkê wî beşdarî bernameyê kir û derbarê qezayê de nirxandinan kir. Bi boneya Altan bêtedbîriyan rexne kir, CNN Turk weşanê qût kiribû û axaftina wî di nîvê de qût kiribû. Şîrketa Pegasûsê bi boneya Altan nirxandin kiriye dawî li karê wî anî. Altan ê berê pîlotiya şer kiriye di hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku Pegasûsê dawî li karê wî aniye.

‘EZ Ê RASTIYAN BIBÊJIM’

Altan ji ANF’ê re axivî û wiha got; “Ji kar avêtin mînaka bêhiqûqiya giştî ya li welat e. Welat weke kamyona ku frêna wê teqiya ye. Ev bûyer vê mînakê piştrast dike. Qenala CNN Turk ji vê rastiyê rehetsiz bû û weşan qût kir. Ji wê demê ve gefên ku tên kirin nikarin bi min.; ez ê rastiyan bibêjim.”

Li dijî CNN Turk a ku propagandaya hikûmeta Tirk dike beriya niha ji aliyê CHP’ê ve biryara boykotê hatibû girtin.