Ciwanên Şoreşger: Em dê hesabê bi pirsin
Ciwanên Şoreşger: Em dê hesabê bi pirsin
Ciwanên Şoreşger: Em dê hesabê bi pirsin
Tevgera Ciwanên Şoreşger, êrîşên komên çekdar û hêzên rejîmê yên li bajarê Helebê şermezar kirin û destnîşan kir ku ew dê ji dijminên gelê Kurd hesabê bipirsin.
Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger di derbarê êrîşên koma çekdar a girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî yên li Helebê û Endamê Kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger Zahir Aldîn Reşîd (Zahir) ku di van êrîşan de jiyana xwe ji dest da de, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Zahir di temenê wê yê ciwan de dema li zanîngehê bûye tevlî têkoşîna azadiyê bûye, di sala 2009’an de di çalakiyê de ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin û 3 salan di girtîgehê de maye. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Zahîir piştî ji girtîgehê derketiye dîsa tevlî xebatên ciwanan bûye û wiha hat gotin: “Heval Zahir di demek pir kurt de bû yek ji kesatiyên herî çalak û xwedî helwest li hemberî siyaseta inkarê ya ku rejima Baas. Tevî hemî îşkenceyan vîna wî ya azad nehate şikandin bi ruhekî Apoyî tevgeriya. Li zindanê xwedî helwest bû û bibû çavkaniya moralê ya hevalên xwe. Pişti ji girtîgehê derket di sala 2012’an de ji nû ve tevlî xebatan bû.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku, Zahir di rêza yekemîn a şoreşa Rojava de cih girtiye û bi kesayetiya xwe ya rêxistinkirî di konferansa Ciwanên Şoreşger de bi erkê koordînasyona bajarê Helebê hatiye hilbijartin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Heval Zahir her wiha weke mertalekî zindî li hemebî her cure êrîşan deskeftiyên şoreşa Rojava parastin û heta kêliya dawiyê jî ji bo serkeftina şoreşa azadiyê têkoşîna xwe domand.”
Di berdewama daxuyaniyê de êrîşên li Helebê hatin şermezarkirin û berxwedana ciwanan a li dijî êrîşan hate silavkirin. Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ciwanên Şoreşger wê tu caran dest ji erka xwe ya welatparêziyê bernede. Bila dijminê gelê kurd zanibe ku ewê riya şehîdan heta dawiyê bi meşînin û bibin şopdarên hevalê xwe Zahir. Berdêla wê çi dibe bila bibe, emê ji bo welatekî azad têbikoşin. Bi hêza ku me ji hevalên xwe Çekdaran, Lewendan, Serhedan,Hogiran û Zahiran girtiye, emê hesabê ji dijmin bipirsin û tola şehîdan hilînin.”