Ciwanên kurd yên li Ewropayê di kongreya Ciwanên Azad de tên cem hev
Ciwanên kurd yên li Ewropayê di kongreya Ciwanên Azad de tên cem hev
Ciwanên kurd yên li Ewropayê di kongreya Ciwanên Azad de tên cem hev
Ciwanên kurd yên li Ewropayê dijîn di 2’ê mijarê de li Parîsê di 1’emîn Kongreya Ewropayê ya Ciwanên Azad de tên cem hev. Endamê Komîsyona Amadekar a Kongreyê Erdal Çewlîk diyar kir ku ew dipên ku 800 ciwan tevli kongreyê bibin.
Ciwanên kurd yên li Ewropayê dijîn di navbera 27-28’ê Nîsanê de li bajarê Bonn a Almanyayê di konferansekê de hatibûn cem hev û diyar kiribûn ku divê ciwan di formateke nû de bên rêxistinkirin. Di konferansê de geşedanên siyasî û civakî yên Kurdistan, Rojhilata Navîn û Ewropayê bi berfirehî hatibûn nirxandin.
Di konferansê de di mijarê wekê, pirsgirêkên rêxistibûnê, naqoqiyên nasname û civakîbûnê, berpirsyariya ciwanan a li dijî têkoşîna azadiya Kurdistanê û peywirên Ciwanên kurd yên li Ewropayê dijîn de biryarên girîng hatin girtin. Yek ji biryarên girîng ev ku li seranserê Ewropayê di bin navê Ciwanên Azad de rêxistinbûyîn bû.
Li gorî vê ciwanên kurd yên ji her çar parçeyên Kurdistanê ne û li Ewropayên dijîn, bi awayekî federasyona ciwanan a welatan, di çarçoveya komeleyên fermî de dê xwe bi rêxistin bikin û di dema pêş de li seranserê Ewropayê Konfederasyoneka Ciwanan a Ewropayê ava bikin. Pêngava yekemîn ya Konfederasyonê jî dihat hedef kirin ku kongreya yekemîn pêk were. Amadekarî nêzî 6 mehan berdewam kir û kongreya Ciwanên Azad yekemîn kongreya xwe li Parîsê pêk tîne.
Endamê Komîsyona Amadekar Erdal Çewlîk da zanîn ku der barê amadekariyên kongreyê de bi berfirehî nîqaş meşandine û got: “Ev modela rêxistibûnê ji bo ciwanan morel û heyecaneke mezin afirand. Armanca me eve ku kurdên li Ewropayê dijîn di warê siyasî, civakî û demokratîkbûnê de têkoşînê bidin û her wiha dema li dîasporayê jî dijîn ji pirsgirêkên xwe re bersivê bibînin.
Çewlîk balkişand ser asta ku têkoşîna azadiya Kurdistanê hatiyê û wiha got: “berpirsyarî û peywira ciwanên kurd ya li vir eve ku, bi rêxistibûneke nû ya demokratîk, azad û azadiya ciwanan esas digire pêşve bibe.”
Çewlîk destnîşan kir ku ew dipên ku nêzî 800 ciwanî tevli kongreya di 2’ê mijarê de li Parîsê pêk tên bibin û got ew her ciwanê ku xwe wek kurd dide nasîn vexwendiyên kongreyê dikin. Çewlîk got ji her çar parçeyên Kurdistanê jinên ciwan, Elewî, Êzdî, karker, xwendekaran dipên kongreyê. Çewlîk da zanîn li gelek bajarên Ewropa otobus girtine û hemû amadekariyên pêwist kirine.