Ciwanên kurd lez dan kampanyaya îmzeyan

Ciwanên kurd lez dan kampanyaya îmzeyan

Kampanya îmzeyan a ji Ocalan re azadî, ku di meha îlona 2012an de li Brukselê bi civîneke çapemeniyê hate destpêkirin dewam dike.. Ciwanên Kurd li bajarê Swîsre Zurîhê û bajarê Almanya Heidelbergê standên îmzeyan vekirin.

Li bajarê Swîsre Zurîhê ciwanên Kurd di çarçoveya kampanya îmzeyan a ji Ocalan re azadî de standa îmzeyan vekirin. Standa ciwanan rastî eleqeyeke zêde tê. Ciwanan heta niha bi sedan îmze kom kirine û diyar dikin, ku ewê lez bidin xebatên xwe.

Li bajarê Almanya Heidelbergê jî ciwanên hefteya borî gelek îmze komkirin vê hefteyê jî standa îmzeyan vekirin. Ji ber eleqeya zêde stand wê heta roja Şemiyê her roj di navbera saet 14 û 17an de vekirîbe..

Ciwanên Kurd ên li Mannheimê jî diyar kirin, ku wan xwestiye ji bo kampanyayê standa îmzeyan vekin, lê rastî astengiya polîsên Alman hatiye.