Ciwanên Kurd, 122 malperên AKP’î hack kirin
Hackerên Kurd, bi boneya salvegera Qetlîama Roboskiyê, 122 malperên AKP-dewletê hack kirin.
Hackerên Kurd, bi boneya salvegera Qetlîama Roboskiyê, 122 malperên AKP-dewletê hack kirin.
Mezopotamia Hackers, Arî Hack Team û Cmg Team, daxuyaniyek nivîskî dan, destnîşan kirin ku ciwanên Kurd wê di ti qadê de li dijî êrîşên AKP’ê bêdeng nemînin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Wek Mezopotamia Hackers, me bi Arî Hack Team û Cmg Team, çalakiyên meha Kanûnê ji bo bîranîna hevalê me Kendal ê ku li Amedê şehîd bû û bi eslê xwe ji Roboskiyê ye û hevrêyên xwe yên leheng ên mîna wî bi berxwedanek qehremanî şehîd bûne li dar xist. Bi armanca destekdayina berxwedana gelê xwe û ji bo Qetlîama Roboskiyê nedin jibîrkirin, 122 malperên TC-AKP a faşîst ji hêla me hatine hackkirin. Mobad Hack Team a ku wek Gençlik Hacker Team di yekîneya me de xebat dikir, ji niha û şûn de wê wek Arî Hack Team çalakiyên xwe bidomîne.”
Di daxuyaniyê de bang li ciwanan hat kirin ku hem li kolanan hem jî înternetê destekê bidin têkoşînê.