Ciwanên HDP’yî li dijî êrîşan meşiyan

Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Stenbolê, ji bo protestokirina êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk, bi çepik, fîkîn û berzkirina dirûşmeyan meşiyan.

Meclîsa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê, êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê, bi meşekê li navçeya Umraniye ya Stenbolê protesto kirin.

Ciwanan di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘’Bijî berxwedana Rojava’’, ‘’Silav li yên Kobanê şehîd ketin û şer dikin’’ û ‘’Bijî Serok Apo’’ berz kirin û êrîş bi lêdana çepikan û fîkînê protesto kirin.

Ciwanan îşaret pê kir ku cih û warên jiyanê, dibistan, nexweşxane û sivîl hatine bombekirin û gotin: ‘’Kobanê neket û nakeve.’’