Ciwanên Azad ji bo Rojava dest bi meşa dirêj kirin

Ciwanên Azad ji bo Rojava dest bi meşa dirêj kirin

Bi sedan ciwanên Kurd ên ji welatên cuda yên Ewropayê herikîn paytexta Belçîka Brukselê, ji bo xwedî li berxwedana Rojava derkevin dest bi meşa dirêj a 4 rojan kirin.

Rêxistina Ciwanên Kurd li Ewropayê Ciwanên Azad, ji bo Rojava dest bi meşeke 4 rojan kir. Meşê îro saet di 10.30 de li ber Enstîtuya Kurd a li paytexta Belçîka Brukselê destpê kir.

Ji gelek welatên Ewropayê bi sedan ciwan, ji bo beşdarî meşê bibin danê sibê li ber enstîtuyê li hev kom bûn. Ciwanan bi alên li ser wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hebû û bi tîşortên li ser wêneyên sê şoreşgerên jin ên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hebû, dest bi meşê kirin. Ciwanan bênavber dirûşmên "Bijî Berxwedana Rojava", "Bijdî Serok Apo" û "Ji Kurdistanê re çareseriya siyasî" qîriyan.

Ciwanên ku ji Brukselê ber bi bajarê Lîege ve dest bi meşê kirin, wê 4 rojan 120 kîlometreyî bimeşin. Ciwan wê rojê 25 kîlometre bimeşin û îşev li bajarê Leuvenê bimînin. Di roja duyemîn de ciwanê ber bi bajarê Tînanê, di roja sêyemîn de ber bi bajarê Hersê û di roja çaremîn de jî wê ber bi bajarê Lîege ve bimeşin.

Di meşê de ciwan wê bi zimanên Fransî û Flamanî belavokan belav bikin û balê bikşînin ser komkujiya çeteyan a li dijî Rojava û berxwedana gel destnîşan bikin. Ciwan wê hewl bidin bi vê çalakiya xwe re bala raya giştî bikşîne ser Rojavayê Kurdistanê.