Ciwaneke din di nava artêşa Sûriyeyê de hate kuştin
Ciwaneke din di nava artêşa Sûriyeyê de hate kuştin
Ciwaneke din di nava artêşa Sûriyeyê de hate kuştin
Leşkerê bi navê Cabir Mehmûd El-Remad ku di Atêşa Sûriyeyê de leşkeriya xwe dikir, berî 5 mehan li Cisr El-Şixûr hate kuştin, lê mabata wî 2 roj berê agahiya mirina wî girt.
Malbata Cabir, diyar kir ku 5 mehan beriya niha têkiliya wan bi zarokê wan re qut bûye û berî du rojan jî agahî girtine ku kurê wan 5 meh berê li Cisir El-Şixûr jiyana xwe ji dest daye. Cabir, bêyî ku agahiyê bidin malbatê li heman cihî hatiye veşartin. Derbarê kuştina Cabir de jî tu agahî nehatin bidestxistin.
Cabir Mehmûd Elremadî di sala 1990’an de li gundê Xirbe Dîbê yê Sinceqa Tirbesipiyê jidayik bûye û berî salek û sê mehan dema leşkeriya wî qediya bû.