Ciwanan li Parîs û Marsîlyayê bi çalakiyan pêngav silav kirin

Li banliyoyan Vîllîer le Bel a Parîsê û li bajarê Marsîlyayê, ciwanên Kurd çalakî li dar xistin.

Ciwanên ji Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer, li banliyoya Vîllîer le Bel a paytexta Fransa Parîsê bi şiyara "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Bi hev re Serhildan" çalakiyek li dar xistin.

Ciwan li pêşiya gar a trenê li hev kom bûn û saet di 19:00 de dest bi meşê kirin. Di çalakiyê de pankarta bi zimanê Fransî ya bi nivîsa "Bi PKK'ê em ber bi serketinê ve bimeşin" hat hildan û dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.

Ciwanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK'ê bilind kirin û bal kişandin ser êrişên dagirkerî û qirkeriyê yên dewleta Tirk.

Ciwanan di çalakiyê de destnîşan kirin ku ji bo pêngava KCK'ê ya bi dirûşma "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" ew ê bi rola pêşengiyê rabin.

Ciwanên ku li ber sirûdê meşiyan, piştî demekê mîtîngek pêk anîn. Di axaftinan de ciwanan ragihandin ku wê bênavber çalakiyan bikin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîla yê Fransayê, di çarçoveya pêngava "Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; dem dema azadiyê ye" standek hate danîn. Standa agahdarkirinê li meydana Vîeûx-Portê hate vekirin.

Li standê bi gelek zimanan pankartên "Bi hev re serhildan" û "Azadî ji Ocalan re " hatin daliqandin, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK û Tevgera Ciwanên Şoreşger hatin hildan.

Di axaftinan de jî bang li ciwanên Kurd hate kirin ku xwedî li pêngava KCK'ê derkevin.