Ciwanan li Marsîlyayê kongreya xwe pêk anî
Ciwanan li Marsîlyayê kongreya xwe pêk anî
Ciwanan li Marsîlyayê kongreya xwe pêk anî
Ciwanên Kurd ên li bajarê Marsîlya ya li başûrê Franseyê rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Di kongreya li Navenda Çandê ya Mezopotamyayê hate lidarxistin de gelek delege beşdar bûn.
Di kongreyê de piştî rêzgirtinê, axaftina vekirinê hate kirin. Di kongreyê de pêvajoya siyasî û bûyerên li Kurdistanê hatin gotûbêjkirin. Ciwanan ku gotin ‘me bi ciwanan dest pê kir, em bi ciwanan ser bikevin’ bi bîr xistin ku Mazlûman, Kemalan, Xeyriyan di 17-18 saliya xwe de dest bi rêkoşînê kirin.
Piştî xwendina rapora xebatên salekê, ciwanan rêveberiyeke ji 26 kesan pêk dihat hilbijart. Her wiha ciwanan biryar dan ku bi awayeke çalaktir beşdarî kampanyaya îmzeyan ji “Ocalan re Azadî” bibin.
Kongre bi dirûşima “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.