Ciwanan belavok li dijî Komploya 15’ê Sibatê belav kirin

Meclisa Ciwanan a HDP’ê, li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin.

Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarê salvegera komploya navneteweyî ku 15’ê Sibata sala 199’an ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat girtin, li navçeya Mecîdiyekoy a Stenbolê belavok belav kirin û bang kir ku gel dakeve qadan.

Di belavokê de hat diyarkirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 15’ê Sibata 1999’an ji aliyê hêzên navneteweyî ve hatiye girtin teslîmê Tirkiyeyê hatiye kirin û hat destnîşankirin di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku 24 sal in di Girtîgeha Îmraliyê de bi tena serê xwe di hucreyekê de tê ragirtin, geh mehkûmê mirinê tê kirin.

Di belavokê de bi berdewamî wiha hat gotin: ‘’Heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan, em ê li kuçe û kolan û qadan bin. Banga me li gel ew e ku bêyî navbir çalakiyan li dar bixe.