Ciwan çûn serdana Atakan, Comert û Korkmaz

Ciwan çûn serdana Atakan, Comert û Korkmaz

Platforma Piştgiriya Ciwanan a ji bo Aştiyê, çû serdana malbatên Ahmet Atakan, Abdullah Comert û Alî Îsmaîl Korkmaz ên di dema çalakiyên Gezî de jiyana xwe ji dest dan 

Platforma Piştigiriya Ciwanan a ji bo Aştiyê, ku bi şiyara "Ji Gezî heta Licê Ciwan dibin Pira Aştiyê" ket rê, duh li Antakyayê bû.

Ciwanan di destpêkê de li cihê Ahmet Atakan jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek dan çapemeniyê. 

Li ser navê ciwanan Bêrîvan Saydan daxuyanî da û der barê tûra aştiyê ya bi şiyara "Ji Gezî heta Licê Ciwan dibin Pira Aştiyê" de agahî da. Saydan diyar kir ku Antakya bajarê Abdullah, Alî Îsmaîl û Ahmet e û di heman demê de bajarekî ku ji polîtîkayên şer ên AKP'ê para xwe wergirtiye. Saydan diyar kir ku teqîna li Reyhanliyê encama polîtîkayekê ye.

Platforma Piştgiriya Ciwanan a ji bo Aştiyê pitşî daxuyaniyê çû serdana malbata Ahmet Atakan.

Malbatê bi rondikên çavan ciwan pêşwazî kir û got, "Hesabê Ahmet bipirsin, îro ne roja cihêbûn roja yekbûnê ye." Malbata Atakan destnîşan kir ku ew ji ber vê têkoşîna ciwanan a ji bo aştiyê serbilindin. Dayika Atakan anî ziman ku dema li Licê Medenî Yildirim hat qetilkirin Ahmet jê re gotiye, "Heta hesabê vê bêpirsîn ezê li ber xwe bidim, eger pêwîste be ezê bimirim" û destnîşan kir ku Ahmet bi çavekî wekheviyê li her kesî dinêrî. Ciwanan soza piştgirî û têkoşînê dan dê û bavê Atakan û dawî li serdana xwe anîn. 

Rawestgeha duyemîn jî mala malbata Abdullah Comert bû. Ciwan ji aliyê bapîrê Comert ve hatin pêşwazîkirin. Bapîr bi rondikên çavan ciwan hembêz kir. Bapîr Comert got, "Hûn hemû Abdullahê min in, ji rêya xwe venegerin." Bapîr ji bo Serokwezîr jî got, "Heta we mar neçe, dê dilê me rehet nebe." 

Endamên platformê çûn serdana malbata Alî Îsmaîl Korkmaz ê li Eskîşehîrê hat qetilkirin. Malbatê bi kêfxweşî û hêstrên çavan ciwan pêşwazî kir. Dayika Korkmaz got, "Bi her ciwanê tê qetilkirin re êşa me mezintir dibe, bila Xweda we ji malbata we re bihêle."