Civata Giştî ya KCD’ê ya Awerte dest pê kir
Civata Giştî ya KCD’ê ya Awerte dest pê kir
Civata Giştî ya KCD’ê ya Awerte dest pê kir
Komcivîna Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku 2 rojan berdewam bike bi axaftinan didome. Ewil Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku di vê pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurd tê nîqaşkirin de, pêvajo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û wiha got: "PKK'ê piştî banga Birêz Ocalan a di Newroza Amamedê de agirbest îlan kir. Ev xuya dike ku pêvajo çiqas girîng û hesas e. Êdî gog li ber piyê hikûmetê ye. Divê hikûmet rol û misyona xwe bilîze. Di vê pêvajoyê de ji bo ev hewldan bi ser bikeve çi bikeve ser milê em, em amade ne."
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi şîara "Bi Rizgariya Demokratîk em pêşeroja azad ava bikin" Kongreya Giştî ya Awarte ku 2 rojan berdewam bike pêk anî. Kongre li salona Vedat Aydin a Rêxistina BDP'a Amedê pêk hat. 650 delegeyên ku ji gelek bajarên Tirkiyeyê hatin beşdarî kongreyê bûn. Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir.
Li salona kongreyê pankarten "Em bi rizgariya demokratik jiyana azad ava bikin", "Jiyana azad Kurdistana azad", "Qirkirina Roboskî", "Jin yekîtiya neteweyî silav dikin" hatin vekirin. Dîsa wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin. Gelek delege jê bi cilên neteweyî tev li kongreyê bûn.
Hevserokê Giştî yê KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, Hevseroka Gişti ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamenterên BDP'ê Ayla Akat Ata, Husamettîn Zenderlîoglu, Ozdal Uçer, Sebahat Tuncel, Halîl Aksoy, Nursel Aydogan, Emine Ayna, Sirri Sureyya Onder, Îbrahim Bînîcî Rêveberên BDP'ê yên bajaran û şaredarên herêmê amade bûn. Ji bo dîwanê Parlamenterê BDP'e yê Amedê Altan Tan, Endamê daîmî yê Meclisa KCD'ê Edîp Yaşar, Songul Morsumbul, Cafer Leygara û Fîlîz Bedirhanoglu hatin hilbijartin. Kongreyê ji bo kesên di têkoşîna aştî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzgirtinê dest pêkir. Endamê Meclisa Daîmî yê KCD'ê Edip Yaşar der barê rojevên lijneyê de axaftin kir û piştre Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk axaftina vekirinê kir.
'OCALAN BI XWE PÊVAJO DAYE DESTPÊKIRIN'
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, diyar kir ku têkoşîna gelê kurd gihiştiye merhaleyek girîng û wiha got: "Têkoşîna azadiya gelê kurd îro gelê kurd ber bi azadî û demokrasiyê ve dimeşîne. Mîmar û pêşengê vê pêvajoyê Birêz Abdullah Ocalan e. Em ji ber vê yekê spasiyên xwe ji Birêz Ocalan re dikin. Em di serdemek dîrokî re derbas dibin. Birêz Ocalan jî ani ziman ku pirsgirêka kurd ketiye pêvajoyek stratejik. Birêz Ocalan xwest êdî biratî, edalet, wekhevî, demokrasî û azadiya mafên gelan esas bê girtin. Em pêvajoyek dîrokî re derbas dibin. Yê ku ev pêvajo da destpêkirin Birêz Ocalan e. Ev pêvajo biratiya gelan, mafên demokratîk esas digire. Pêvajo ji bo gelê kurd pir girîn û dîroki ye. Bê guman ev pêvajo heta dawî yek alî pêş nakeve. Ger ku em behsa çareseriya pirsgirêka kurd dikin wê demê divê em dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê berdin. Divê daxawzên gelê kurd esas bên girtin. Divê her kes xwe bidin bin vî barî. Divê em êşa xwe, daxwaz û serpêhatiyên xwe bi her kesî re parve bikin."
'DIVÊ EM JI BO BAZARIYÊ TÊBIKOŞIN
Turk, da zanîn ku kesên behsa biratî, wekhevî û aştiyê dikin lazim e ku îro xwe ji her demê bêtir bidin ber kar û bar û wiha axivî: "Kesên ku di vê pêvajoyê de peyvir û berpirsiyariya xwe bi cih nîne dê di bin kar de bimînin. Dê hesap bidin gelê kurd û dîrokê de. Em bawer dikin ku her kes rast û durist nêzîkî pêvajoyê bibin û berpirsipariya xwe bi cih bkîne dê ev pêvajo serkeftî bi encam bibe. Em bi xwe amade ne ku ji bo pêvajo serkeftî bi encam bibe hemû berpirsiyariyê bidin ser milê xwe. Ger ku em pêşengiya civakê bikin wê demê divê em hemû rîskî jî bidin ber çavên xwe. Piştî bang û peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de PKK'ê di 23'ê Adarê de agirbesta yek alî îlan kir. Leşker û polîs serbest berdan. Ji ber vê yekê gog êdî li ber piyê hikûmetê ye. Hin kes dibêjn em bazariyê nakin. Em jî bazariyê nakin. Lê divê heq û hiqûqa gel bê dayîn. Polîtîkayên înkar û îmhayê bi dawî bibin. Divê mafê gelê kurd jî wekî yên hemû gelê cihanê bê parastin û naskirin. Em tenê mafê xwe yê rewa û bingehîn dixwazin. Em dixwazin pêşerojek hevpar û azad bi hevre ava bikikn. Divê gelê me ji bo vê yekê têkoşîna xwe bilind bikin."
'DAXWAZÊN GELÊ KURD REWA NE'
Turk dubare anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev pêvajo daye destpêkirin û mîmarê pêajoyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dê di nava xebatek çawa de bin. Em dê peyamek çawa bidin gelê xwe. Em dê bi aliyên ku pêvajoyê dimeşînin re di nava parvekirinek çawa de bin. Divê berî her tiştî em di nava xwe de zelaliyekê çêkin. Gelê kurd di ezmûnek mezin re derbas dibe. Êdî tu kes nikare gelê kurd bixapîne. Kesên ku pirsa 'Gelo hikûmet li pey lîstikên nû ye? dipirsin hene. Divê gelê kurd guhertin û veguhertina di nava demê de bibîne. Ji serî heta dawî daxazên gelê kurd rewa û mirovî ne. Hêzên navneteweyî van daxazên gelê kurd ên rewa wekî 'Terorê' bi nav dike û asteng dike. Heta niha siyaseta ku kurdan ji cîhanê diqetîne meşandin. Lê hemû hêza cîhanê li hemberî têkoşîn û daxwaza kurdan bi ser neket. Niha bi gavên kurd davêjin êdî tê zanîn ku kî demokrasî û aştiyiyê dixwaze. Em dê li Rojhilata navîn pêşengiya aştiyê bikin. Em dê demokrasî û aştiyê pêş bixin û pêşengiya têkoşîna demokrasiyê bikin. Divê em siyasetmedarên ku heta niha ne bi mere bûn em wan hembêz bikin û wan jî teiv li karwanê xwe bikin.
Hikûmet çiqas rast û samîmî be ez nizanim. lê divê gelê kurd nerîn û helwesta xwe xurt bike û nêzîkatiya hikûmietê vala derxe. Divê em berpirsiyariya xwe baş zanibin û rast bilîzin.
Kongreyê piştî axaftinan vekirinê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.