Civanan li Cizîrê meşa meşaleyî liderxist
Civanan li Cizîrê meşa meşaleyî liderxist
Civanan li Cizîrê meşa meşaleyî liderxist
Li Cizîrê endamên YDG-H'ê di çarçoveya kampanya "Ji bişaftin, fihûş, tiryak û sîxuriyê re na, Ji Ocalan re azadî" û bi daxwaza Perwerdehiya zimanê zikmakî meşa meşaleyî pêk anî.
Komek endamên Tevgera Ciwanên Demokratîk û Welatparêz (YDG-H), li tenişta Ocaxa Tenduristiyê ya Taxa Cûdî li hev kom bûn û di çarçoveya kampanya "Ji bişaftin, fihûş, tiryak û sîxuriyê re na, Ji Ocalan re azadî" û bi daxwaza Perwerdehiya zimanê zikmakî meşa meşaleyî pêk anî.
Ciwanan di meşa meşaleyî de pankarta "Azadiya Rêber Apo azadîya me ye" vekir û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK-KCK'ê vekir. Dîsa alên YDG-H'ê bilind kirin. Komê di meşê de bê navber siloganên "Ji Ocalan re azadî", "Bijî serok Apo", "Em perwerdehiya zimanê zikmakî dixwazin" û "Bijî berxwedana Rojava" berz kirin. Welatiyên ku derketin ber derî û şaneşînan jî piştgirî dan çalakiyê. Komê piştî meşê daxuyanî da û belav bû.