Civaknas: Bêtemînatiya zêde dibe sedemê întiharan

Di van demên dawî de li Tirkiyeyê ji ber krîza aborî întihar zêde bûn, civaknasan têkildarî vê zedebûnê diyar kirin ku hikûmet berpisyartiyê nagre. Saçilik têkildarî mijarê got; “Ev şeklekî protestoyê ye.”

Li Tirkiyeyê di nava hefteyê de întiharên pey hev çêbûn: Roja 16’ê Sibatê li Konya ajokarê tirê Mevlut Çankaya, piştî rojekê 17’ê Sibatê li navçeya Cizîr a Şirnexê Nezîr Likiç û heman rojê xwendekarê refa 4’an a Zanîngeha Stenbolê Hakan Taşdemîr întihar kir.

Beriya van her sê bûyeran jî li Hatayê li pêşiya walîtiyê Adem Yarici întihar kiribû û gotinên dawî yên Yarici wiha bû; ‘Zarokên min birçî ne’. Tevî destwerdana polîsan Yaricî jiyana xwe ji dest dabû. Li aliyê din sedemê întihara xwendekara zanîngehê Zîbel Unli ya 20 salî ji pirsgirêkên rewşa xirab a aborî û nebûna kar hatibû eşkere kirin. Di sala 2019’an de sedemê întihara 4 birayan a bi siyanurê jî pirsgirêkên aborî hatibû diyar kirin. Hêjayî bibirxistinê ye ku birayên întihar kirine li pey xwe deynê elektirkê hiştibûn.

Têkildarî zêdebûna întiharan a li Tirkiyeyê civankans Mûzaffer Kaya û Velî Saçilik ji ajansa me re axivîn. Kaya sedemê komeleyatî yê întiharan ji krîza aborî ya di nava civakê de zêdetir jiyana tengbûyî da nîşandan û Saçilik jî sedemê wê politîkayên hikûmetê yên heyî ku civakê dirizîne da nîşandan.

‘BÊTEMINAYTIYA KU ZÊDE DIBE, DIBE SEDEMÊ ÎNTIHARAN’

Kaya wiha got; “Li Tirkiyeyê întiharên demên dawî girêdayî krîza aborî ve ye. Bêtemînatiya zêde dibe, bêtemînatiya aborî û civakî, hestê pêşerojê dibe barek li ser ferdan û dibe sedemê xirabûna derûniyê. Ji ber wê divê mirov demê diçe întihariyê cûda ji şert û merçên aborî û polîtîk ne firike. Bêtemînatiya krîza aborî, zehmetiya jiyana kar, bihabûn û bi gitşî ne diyarbûna dahatê dibe sedem. Li aliyê din di demek kurt de hêviya mirovan a pêşerojê jî namîne.”

‘MIROV PÊŞEROJEKÎ JI BO XWE NABÎNE’

Velî Saçilik jî wiha got; “Sedemê întiharên li Tirkiyeyê, întiharên di tebeqeya komeleyatî, aborî û civakî ye. Li Tirkiyeyê mirov qadekê nabîne ku xwe îfade bike. Hestên hilweşîner (pelixîn) bi mirovan re çêdibin, pêşeroja xwe nabînin û ji ber vê serî li întiharan didin.”

‘EW ŞEKLEK YÊ PROTESTOYÊ YE’

Saçilik bi domdarî got; “Ev bi şeklekê protesto ye, her çiqas em vêya na pejirînin û dibêjin bila ev neyê kirin jî mirov dawî li jiyana xwe tînin û di rastiyê de di vê rewşê de nayê jiyîn wê peyamê didin me. Hikûmet naxwaze vê bixwîne. Weke ji rêzê dibîne, weke pîskolojiyê ku diber her dem întihar çêbin dinirxîne. Em dizanin mirovê ku xwe şewitandî ku em li gotinên wî yên dawî temşae bikin ‘Zarokên min birçî ne’ dibîhîsin. Hevalê me yê xwendekar ku herî dawî întihar kir sedemê wê jî bê karî û yê beriya wî jî bê karî bû. Di civakê de mirov ne tenê bi birçîbûnê heman demê di pêşerojê de rêyek a derketinê nabînin. Ji ber vê sedemê jî întihar dikin.”