Cinayetên kar li Manîsa hatin şermezarkirin

Cinayetên kar li Manîsa hatin şermezarkirin

Rêxistina HDP’ê ya Manîsa, cinayetên kar û komkujiyên li Şengalê şermezar kir.

Ji bo hovîtiya çeteyên DAIŞ a li Şengal û cinayetên kar ji aliyê Rêxistina Bajêr a HDP’ê ya Manîsa li avahiya DBP’ê civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Serokê Rêxistina HDP’ê ya Manîsa Abdurahman Aras, diyar kir wê li dijî trajediya li Şengalê bêdeng nemînin. Aras ê bal kişand ser cinayetên kar jî got, "Wek HDP, li kîjan qadê be bila be, li hemberî her bêberpiyartiya bi mirinan encam dibe, nerazîbûn û berteka me naguhere. Weke di cinayetên kar ên li Soma û deverên din li Şengalê jî li Rojava jî bi heman hestyariyê em komkujiyan lanet û şermezar dikin.”