Cîgirê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî îstifa kir

Cîgirê Serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî îstifa kir

Cigirê Serokkomarê Iraqê Tarîq Haşîmî ragihand ku wî bi fermî  dest ji wezîfera xwe berdaye û got: “Ew piştgiriya gelê Enbarê dike, ku demeke lê şer û pevçûn hene.” 

Li gorî nûçeya Basnewsê li ser mijarê Tariq Haşîmî li ser malpera xwe ya Facebook’ê daxuyaniyek nîvîskî daye û dest nîşan kir ku wî fermî dest ji erkê xwe berdaye û got: “ ‘’Ez bi fermî radigihîn ku min dest ji kar berdaye. Ku ez bi fermî  Cîgirê Serokkomarê Iraqê me lê ji niha û pê de ezê  dengê xwe tevlî dengê kesukarên xwe yên li bajarê Enbarê dikim û tu nirxekî vî erkê min nemaye heta li ser bimênim.” 

Tariq Haşimî bi îdiaya ku  destê wî di bûyerên ‘terorê’ de heye, cezayê bi darvekirinê lê hatibû birîn, derdora salekê ye wek penaber li Tirkiyê dijî.

Tengezariya li kolanan bandora xwe li parlamentê jî kir. Li parlamenta Iraqê 44 parlementeran ji lîsteya Mutehidûn ku wek lîsteya Suuniya tê naskirin şevê din weke nerazîbûn li dîjî destwerdana hêzên ewlehiyê yên Iraqê ya li dijî xwepêşandana bajarê Ramadî nameya dest ji berdana kar radestî serokê Meclîsê kirin. 

Tê gotin ji destpêka salê ve di bûyerên tundiyê yên li Iraqê de nêzî 7 hezar kesan jiyana xwe ji dest dane.