Çewlikî û Pirsûsiyan azadiya Ocalan xwestin
Çewlikî û Pirsûsiyan azadiya Ocalan xwestin
Çewlikî û Pirsûsiyan azadiya Ocalan xwestin
Di pêşengiya Rêxistinên BDP'ê yên Çewlik û Pirsûsê de, bi beşdariya sedan, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji kurdan re daxwaziya stutuyê meş hatin lidarxistin. Li Edeneyê ji bo meşa sibê banga tevlibûnê hat kirin.
ÇEWLIK
Ji aliyê Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê ve bi dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' û bi daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî daxuyanî hat dayîn. Girse li ber avahiya BDP'ê hatin cem hev û pankartên wekî; 'Divê mafê bingehîn yê gelê kurd di makeqanûnê de cih bigire', 'Zilma we, me bêzar nake', 'Şima vinên senîna' û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekirin. Her wiha di meşê de dirûşmên 'Bijî Serok Apo', 'Bê Serok jiyan nabe', 'PKK gel e, gel li vir e' berz kirin. Meş li ber Kuleya Saetê bi dawî bû. Li se navê girseyê Hevserokê Rêxistina BDP'ê ya Çewlikê Halîs Yurtsever daxuyanî da û wiha got: "Di vê paketê de demokrasî nîne. Her tim behsa biratiyê dike. Ger em bira bin ka zimanê me, ka nasnameya me." Endamê meclisa partiyê ya BDP'ê Huseyîn Tanas jî axaftineke kurt kir û piştî axaftinan girse careke din heta avahiya BDP'ê meşiyan.
PIRSÛS
Li navçeya Pirsûsa Rihayê di pêşengiya BDP'ê de bi tevlibûna sedan, bi dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' meş hat lidarxistin. Endamê Meclisa Partiyê ya BDP'ê Hasan Îla, hevserokê rêxistina BDP'ê ya Rihayê Halît Yildiztekîn, Wekîla Şaredarê Pirsûsê Hulya Demîr, rêxistinên BDP'ê yên Pirsûs, Xelfetî û Bîrecîkê tevli meşê bûn. Di meşê de dirûşmên wekî; "Bijî serok Apo", "Kürdistan goristan ji bo faşistan", "Dîsa dîsa serhildan Serokê me Ocalan" hatin berzkirin. Li ser navê girseyê rêvebirê BDP'a Pirsûsê Îsa Tekîn axivî û wiha got: "Divê çand û zimanê me di makeqanûnê de cih bigirin. Divê hikûmeta AKP'ê pêvajoya ku ji aliyê birêz Ocalan ve hatiye destpêkirin, wekî taktîk û mijulkirinê nêzîk nebe."
EDENE
Ji aliyê BDP'ê ve sibê li Edeneyê bi dirûşma 'Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu' meş tê lidarxistin û der barê meşa sibê li avahiya BDP'ê ya Edeneyê daxuyanî hat dayîn. Serokê rêxistina BDP'ê ya Seyhanê Hazim Yalçin diyar kir ku hikûmeta AKP'ê di vê pêvajoyê de tu gav neavêtiye û gelê kurd vê paketê nas nake û dê têkoşîna xwe bidomînin. Meş dê sibê saet di 17:00'an de li Taxa Daglioglu ya Seyhanê destpê bike û heta Kolana Kibrisê bidome. Yalçin bang li hemû kesî kir ku tevli meşê bibin.