Çeteyên DAIŞ li Til Hemis komkujî pêk anîn
Çeteyên DAIŞ li Til Hemis komkujî pêk anîn
Çeteyên DAIŞ li Til Hemis komkujî pêk anîn
Li herêma Til Hemîs û Til Maruf a herêma Cizîrê operasyona ku YPG’ê li dijî çeteyan daye destpêkirin, didome û pevçûnên dijwar diqewimin. Hate diyarkirin ku çeteyên DAIŞ’ê windahiyên mezin didin, sivîlan wek mertal bikar tînin, nahêlin welatî derkevin û 30 sivîl qetil kirine.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma operasyonê ragihandine, operasyona şoreşgerî ku hêzên YPG’ê şevêdin, (13'ê Îlonê 2014) li herêmên Til Marûf û Ebugayf ên giredayî bajaroka Til Hemis a girêdayî bajarê Qamişlo li dijî çeteyên DAIŞ’ê dabû destpêkirin didome.
Nûçegihanan diyar kirin ku şer niha li gundên Ruheye, Dibabê, Şermux, Til Maruf û Ebugayf dijwar bûye û çete windahiyên mezin didin.
Nûçegihanan ragihand ku çeteyên windahiyan didin, welatiyên sivîl wekî mertal bikar tînin, nahêlin ku sivîl ji gundan derkevin û wan qetil dike. Hate ragihandin ku çeteyan li gundên Şermuxa Mezin û derdora wê nahêle sivîl derkevin derveyî qada şer û gundan dişewitînin.
Li gorî agahiyan çete li gundên Til Xelîl û Hediyatê yên girêdayî Til Hemîsê komkujî pêk aniye û hewl didin ku viya jî li ser navê YPG’ê bide nîşandan.