Çeteyên DAIŞ'ê dîlê Îngilîz qetil kirin

Çeteyên DAIŞ'ê dîlê Îngilîz qetil kirin

Welatiyê Îngilîz David Haines ê par li Sûriyeyê hat revandin, tê gotin ku ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve serê wî hatiye jêkirin.

Di vîdoyeke nû ya ji aliyê alîgirên DAIŞ'ê ve li înternetê hat weşandin de, tê dîtin ku Haines mîna rojnamevanên DYA'yî, serî tê jêkirin.

Rayedarên Înilîz hînê der barê mijarê daxuyaniyek nedane. Lê belê çapemeniya Îngilîz destnîşan dike ku vîdeo rast e.

Malbata Baines duh bang li DAIŞ'ê kiribû û xwestibû bi wan re têkeve nava têkiliyê. Baines dema li Sûriyeyê ji bo saziyeke alîkariyê ya Fransayê dixebitî hatibû revandin û piştre ji çeteyên DAIŞ'ê re hatibû firotin.