Çeteyên AKP'ê yên 'biyanî' li Geverê li ser kar in
Li Geverê, hêzên ku avahiyek dan ber agir, bi hev re bi Erebî axivîn.
Li Geverê, hêzên ku avahiyek dan ber agir, bi hev re bi Erebî axivîn.
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ku dorpêç û êrîş di roja 46. de didome hin dîmenên ku derketin holê pirsa "Gelo di operasyonan de hêzên cuda yan jî çeteyên DAIŞ'ê tên bikaranîn" car din anî rojevê. Beriya niha jî gelek caran hatibû diyar kirin ku hikûmeta AKP'ê li bajarên weke Nisêbîn, Cizîr, Gever, Sûr û bajarên din ên berxwedanê çeteyên DAIŞ'ê û hin hêzên veşartî bikar tîne. Li Geverê jî sercerdevanekî destnîşan kiribû ku di operasyonan de di refên pêş de kesên ku bi Tirkî baş nizanin biaxivin cih digirin.
Di malpera parvekirina civakî YouTube'yê de dîmenek bi navê "Tîmên taybet li Geverê wiha li avahiyekê xistin" hate weşandin ku di van dîmenan de xuya dibe ku hin kesên ku bi Erebî daxivin bi çekên giran ên tîpa "Grenade launcher" êrîşê avahiyekê dikin. Hate zanîn ku avahiya dibe hedefa êrîşan di kolana 305. a Taxa Dizê ye û aîdî malbata Canturk e. Di dîmenan de her ku êrîş tê kirin dengê "Ya Allah" bilind dibe û du an jî sê kes di nav xwe de bi erebî bi hev re daxivin. Di heman demê de kesek jî bi erebî ayetan dixwîne.
Dîmen, îtîrafên emîrê çeteyên Ehrar El Şam'ê M.E.Z. bibîr xist. M.E.Z. di hevpeyvîna xwe de diyar kiribû ku 6 meh berê di pêşengiya MÎT'ê de li bajarokê Til Rifatê di serî de ji DAIŞ, El Nusra, Ehrar El Şam ji 12 komên çeteyan 750 kes hatine rêxistinkirin û li bajarên weke Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Silopî û Geverê hatine bicihkirin. Heman kes her wiha di hevpeyvîna xwe de destnîşan kiribû ku çeteyên ku li bajarên Kurdistanê têne kuştin li welatên cûda yên Rojhilata Navîn tên defin kirin.