Cenazeyên şervanên YPG'ê Abukan û Arslan ber bi Wanê ve hatin rêkirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Abukan û Arslan ber bi Wanê ve hatin rêkirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Abukan û Arslan ber bi Wanê ve hatin rêkirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Îsa Abukan (Rojvan Devrîm) û Şakîr Arslan (Firat Ergîn) ên ku di encama teqîna mayînê de ya di korîdora ewlehiyê ya navbêra çiyayê Şengal û Rojava de jiyana xwe ji dest dabûn, piştî otopsiyê ji Saziya Adlî Tip a Amedê hatin wergirtin û ber bi Wanê ve derxistin rê.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Îsa Abukan (Rojvan Devrîm) û Şakîr Arslan (Firat Ergîn) ên ku di encama teqîna mayîna di korîdora ewlehiyê ya navbêra çiyayê Şengal û Rojava de jiyana xwe ji dest dabûn, duh piştî li navçeya Silopiya û Cizirê ya Şirnexê bi girseyî hatibûn pêşwazîkirin, ji bo otopsiyê anîbûn Saziya Adlî Tip a Amedê. Di seatên serê sibê de piştî karên otopsiyê xilas bû ji aliyê MEYA-DER'a Amedê û malbata wan ve cenazeyên her du YPG'iyan hatin wergirtin û ber bi Wanê ve derxistin rê.
Konvoya cenazeyên YPG'iyan li gundê Qurtê yê navçeya Farqînê ya Amedê ji aliyê girseya di nav de Hevşaredarên Farqînê Melîkşah Teke û Yuksel Bodakçî, rêveberên DBP'ê jî heyî ve hate pêşwazîkirin. Girseyê bi slogana "Bijî Serok Apo" bi konvoyê re meşiyan. Dema konvoya cenazeyan ket nava Farqînê welatiyan jî bi çepik û nîşaneya serkeftinê cenazeyên YPG'iyan pêşwazî kir û welatiyên Farqînê heya sêgoşeya rêya Farqîn-Êlih-Hezoyê bi konvoya cenazeyan re çûn û bi sloganên "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG'ê", "Ciwan cangoriyên Apo ne" û "Ey şervan rêya te rêya me ye" ber bi Wanê ve oxir kirin.