Cenazeyekî din hat teşxîskirin

Ji 5 cenazeyên di 23'ê Sibatê de ji Cizîrê hatin anîn, cenazeyê Îbrahîm Temel (23) hat teşxîskirin.

15 cenazeyên di demên cuda de anîn Saziyên Tiba Edlî ya Meletî û Elezîzê, ji ber îşkence û wehşeta li wan hatiye kirin bi heftane nikarin bên teşxîskirin. Ji 5 cenazeyên di 23'ê Sibatê de ji Cizîrê hatin anîn, cenazeyê Îbrahîm Temel (23) hat teşxîskirin. 

Cenazeyê Temel ê ji Panosa Agiriyê ye di encama testa DNA'yê de hat teşxîskirin. Tê payîn ku malbata Temel piştî karên li saziya tibê ya edlî cenazeyê kurê xwe wergire. 

Li Meletî û Elezîzê 14 cenaze ji bo teşxîsê tên rawestandin.