Cenazeyê YPG'ê Mahmud dê sibê li Kobaniyê bê definkirin

Cenazeyê YPG'ê Mahmud dê sibê li Kobaniyê bê definkirin

Endamê YPG'ê Ferhat Mahmud ê ji bo şermezarkirina 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kobaniyê bedena xwe da ber agir û rakirin nexweşxaneya Kartala Stenbolê, li nexweşxaneyê Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Malbatê piştî cenaze wergirtin dê sibê li Kobaniyê defin bikin. 

Endamê Yekineya Parastina Gel (YPG) Ferhat Mahmud ê 25 salî ku bi boneya şermezarkirina 15'ê Sibatê Roja Radestkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Tirkiyeyê agir berda bedena xwe, ewil rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dîlokê. Piştî 5 roj şûnde ew sewqi Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolîenê ya Kartala Stenbolê kirin. Mahmut şevê din jiyana xwe ji dest da. Piştî Mahmud jiyana xwe ji dest da, malbata Mahmut cenazeyê kurê xwe wergirt û anîn Rihayê. Cenazeyê Mahmut ji aliyê heyeta ku di navde Hevserokên BDP'ê ya Rihayê Halît Yildiztekin û Leyla Akçan, rêveberên BDP'ê jî heye hat pêşwazîkirin û cenza birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. 

Xalê Mahmut Mehmet Deniz, ji malbatê û hemû gelê kurd re sersaxî xwest û diyar kir ku Mahmut ji bo komploya li ser Ocalan şermezar bike bedena xwe da ber agir. Deniz, anî ziman ku ew dê sibê saet di 11.00'an de li Kobaniyê bi girseyî defin bikin. Denîz, anî ziman ku gele Pirsûsê dê wan bi girseyî birê bikin û li Kobaniyê jî i girseyî bên pêşwazîkirin. Denîz, da zanîn ku Ferhat şehîdê gel e. Em dê hetea dawî têkoşîna wan bilind bikin."