Cenazeyê Tosun birin Gaziyê
Cenazeyê Tosun birin Gaziyê
Cenazeyê Tosun birin Gaziyê
Cenazeyê Serkan Tosunê MLKP’î yê li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest da duh anîn Stenbolê. Tosun îro ji bo rêwitiya wî ya dawî tê oxikirin.
Serkan Tosun ku ji bo parastina şoreşa Rojava çû Serêkaniyê di 14’ê îlonê de di pevçûnekê de jiyana xwe ji det da û cenazeyê wî duh êvarê anîn Stenbolê.
Cenazeyê wî duh sibehê ji Serêkaniyê derbasî sînor kirin û di saetên êvarê de bi riya bejayî anîn Amedê. Li wir ji aliyê girseyeke qelebalix hat pêşwazîkirin û cenaze bi balafirê saet di 02.00’an de ji Balarifgeha Amedê, birin Balafirgeha Ataturkê. Cenaza ji aliyê malbat, heval û dostên wî ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Bavê Tosun wêneyê wî ji destê xwe neda erdê.
Cenaze bi konvoyê birin Taxa Gazî û li mala Cemê danîn. Hevalên Serkan Tosun bi dirûşmeyan ketin taxê û li ber mal cemê heta sibehê nobet girtin.
Cenazeyê Tosusn îro dê saet di 13.00’an bibin mala wî û ji mala wî jî saet di 14.00’an de heta ber rawestgeha qerekola berê dê meşek pêk were. Piştre cenazê dê bibin goristana Gazî. Cenaze dê li gel gorên xizmên Tosun, Hasan Ocak û Yilmaz Seçûk bê definkirin.