Cenazeyê Serkan Tosûn hate wergirtin

Cenazeyê Serkan Tosûn hate wergirtin

Endamê MLKP'yê Serkan Tosûn ê ku ji Stenbolê çû Rojavayê Kurdistanê û dema li Serêkaniyê bi YPG'ê re li dijî çeteyan şer dikir jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî ji Serêkaniyê hat wergirtin.

Malbat û hevalên Tosûn ji bo ku cenaze werbigrin hatin Serêkaniya serxetê. Li vir jî Serokê ESP’a bajarê Amedê Remezan Karakaya, Serokê ESP’ê yê Dîlokê Hilmî Toy, rêveberên rêxistina ESP’a Dersîmê, endamên Dengê Platforma Weqfa Girtî û Nemiran, Cîgirê Şaredara Wêranşarê Mehmed Burun, Şaredarê Serêkaniya serxetê  Îsmail Arslan û rêveberên BDP’a bajêr, malbatê nehêlan bi tenê. 

Ji bo cenaze ji Serêkaniya binxetê werbigrin birayên Tosûn Hakki û Hakan li gel serokê bajêr yê ESP’a Amedê Remezan Karakaya derbasî Serêkaniya bin xetê bûn.

Hate zanîn ku cenaze wergirtine û wê bînin nexweşxaneya dewletê ya Serêkaniya serxetê.