Cenazeyê Salîh Sanri ji Muglayê birin Şirnexê
Cenazeyê Salîh Sanri (Xalit Şirnex) ku li Koyçegîzê yek ji wan gerîlayên HPG’ê bû ku jiyana xwe ji dest da, ji hêla malbatê ve birin Şirnexê, cihê jidayikbûnê.
Cenazeyê Salîh Sanri (Xalit Şirnex) ku li Koyçegîzê yek ji wan gerîlayên HPG’ê bû ku jiyana xwe ji dest da, ji hêla malbatê ve birin Şirnexê, cihê jidayikbûnê.
Malbata gerîlayê HPG'ê Salîh Sanri (Xalit Şirnex) ku di nava 6 gerîlayên HPG'ê de li Mûglayê jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe wergirt û bir Şirnexê.
Malbata gerîlayê HPG'ê Salîh Sanri (Xalit Şirnex) yê li bejahiya Şelaleya Toparlar a navçeya Koycegizê ya Mûglayê di 5'ê Cotmehê de tevî 6 gerîlayên HPG’' jiyana xwe ji dest da, cenazeyê kurê xwe wergirt. Malbata Sanri, cenazeyê kurê xwe yê HPG'yî Salîh Sanri ji Saziya Tipa Edlî ya Mûglayê wergirt û bi maşîna taybet ket rêya Şirnexê. Hat diyar kirin ku wê cenazeyê Sanri, li bajarokê Gundikê Melê bê veşartin.
2 CENAZE LI MORGÊ NE
Berê malbatan cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mûsa Arslan li Mersînê, cenazeyê Rojhat Seçkîn li Amedê, yê Îlyas Demîr jî li Şirnexê hatibûn veşartin. Li saziya Tipa Edlî ya Mûgla hê jî cenazeyê gerîlayê HPG'ê Muhammed Nursîda (Adil Bawer) û Enwer Kerîmî (Erdal Leylaxî) li morgê ne.