Cenazeyê Mûstefa Koçak tê oxirkirin

Cenazeyê Mûstefa Koçak ê ji bo bi awayekî adil bê darezandin di roja 297’an a rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma li Mala Cemê ya Gaziyê ber bi Goristana Kiraç a Îtiklalê ketin rê.

Cenazeyê Mûstefa Koçak ê li Girtîgeha Kiriklar a Hejma 1 a Îzmîrê ji bo bi awayekî adil bê darezandin di roja 297’an a rojiya mirinê de bû jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma li Mala Cemê ya Gazî yê Stenbolê ber bi Goristana Kiraç a Îtiklalê ve ketin rê.

Polîsên derdorî Mala Cemê girtin, bi hinceta qedexeya derketina derve heye rê neda ku welatî tevlî merasîmê bibin. Hate ragihandin ji ber binpêkirina qedexeyê jî cezayê pere li hinekan jî hatiye birîn.

Malbata Koçak, heval û Parlementerên HDP’ê Zuleyha Gulum û Mûsa Pîroglû tevlî merasîma ku li Mala Cemê hate kirin bûn. Li merasîmê alên sor hatin hildan û darbesta Koçak bi alên sor hatin xemilandin û dirûşimên ‘Mûstefa Koçak namire’ û ‘Wê hêrsa kolanan qatilan bifetisîne’ hatin qîrkirin.

Piştî merasîmê dema cenazeyê Koçak ber bi Goristana Kiraç a Îstîklalê ya girêdayî navçeya Esenyûrt a Stenbolê ve ketin rê polîsan pêşî girtin. Dema ku polîsan gotin ku tenê wê ferdên malbatê li gel cenaze bikevin rê, rê li ber nîqaşê vekir, piştî nîqaşan cenaze li gel wesayîtên polîsan ketin rê. Li bendê ye ku di saetên bê de cenaze bê veşartin.