Cenazeyê gerîlayê ku li Bestayê şehîd bûbû radestî malbata wî hate kirin
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mazlûm Bahadir ku li herêma Besta ya Şirnexê di encama şerê operasyona dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, radestî malbata wî hate kirin.
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Mazlûm Bahadir ku li herêma Besta ya Şirnexê di encama şerê operasyona dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû, radestî malbata wî hate kirin.
Gerîlayê HPG’ê Mazlûm Bahadir li herêma Besta ya Şirnexê di şerê li dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbû.
Malbat, cenazeyê gerîlayê HPG’ê Bahadir teşhîs kir û ji Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê wergirt.
Hate diyarkirin ku malbat ji bo cenazeyê Bahadir li navçeya Seyhan a Edeneyê veşerê, ber bi Edeneyê re ketin rê.