Cenazeyê endamê asayîşê bi merasima leşkerî hate veşartin
Cenazeyê endamê asayîşê bi merasima leşkerî hate veşartin
Cenazeyê endamê asayîşê bi merasima leşkerî hate veşartin
Cenazeyê endamê Asayişê Mehemed Bekir ku di êrîşa koma çekdar a girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî ya li ser Taxa Şêxmeqsûda Helebê de jiyana xwe dest dabû, ji aliyê bi hezaran kesî ve hate veşartin.
Cenazeyê Mehemed Bekir, duh ji Helebê anîn gundê Golya Jêrîn yê girêdayî Navçeya Raco ya Efrînê. Cenaze li vir ji aliyê hezaran kesî ve li goristana gund, bi merasima leşkerî hate veşartin.
Di merasimê de Endamê Saziya Malbatên Şehîdan Selah Tilkê axivî û diyar kir ku koma çekdar a girêdayî kesê bi navê Xalid Heyanî çeteyên rejîmê ne û di dema ku rejîmê êrîşî taxên Kurdan û gundê Ziyaretê kirin de, wan jî êrîşê Şêxmeqsûdê kiriye.
Piştî merasimê girse bi dirûşmeya “Şehîd namirin” belav bû.