Cenazeyê Dayîka Berfo ber bi warê wê ve hate oxirkirin
Cenazeyê Dayîka Berfo ber bi warê wê ve hate oxirkirin
Cenazeyê Dayîka Berfo ber bi warê wê ve hate oxirkirin
Hevalên têkoşînê yên ji Dayîkên Şemiyê Berfo Kirbayir di merasîma cenaze soza gora Cemîl Kirbayir peyda bikin, hesabê ji qatilên wî bipirsin da û cenazeyê Dayîka Berfo ber bi warê wê ve oxirkirin.
Nimêja cenazeyê sembola Dayîkên Şemiyê Berfo Kirbayir ya ku kurê wê Cemîl Kirbayir di sala 1980'an de di binçavan de hate windakirin li Mizgefta Şakirin a li Goristana Karacaahmet ya Uskudarê hate kirin. Parlementerên CHP'ê Gursel Tekîn û Sezgîn Tanrikulu, Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê yê berê Zafer Uskul, Serokê Giştî yê SDP'ê Ridvan Turan, Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, Parlementerê berê Akin Bîrdal, xizmên windayan û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî nimêja cenaze bûn. Cenazeyê Dayîka Berfo bi qurnefîlan hate xemilandin û nivîsa Dayîkên Şemiyê ya "Me ji bîrnekir û em ji bîrnakin" danîn ser.
Piştî nimêjê darbesta Dayîka Berfo ji aliyê jinan ve hate hilgirtin û birin wesayîta cenaze. Di merasîmê de sloganên "Hêrsa dayîkan dê qatilan bixeniqîne", "Qatîl dewlet dê hesabê bide" û "Cemîl Kirbayir nemire" hatin qîrkirin. Jinên tevlî merasîma cenaze bûn soza gora Cemîl Kirbayir peyda bikin û hesabê ji qatilan bipirsin dan. Cenazeyê li otobusê hate bicihkirin bi riya bejayî ber bi navçeya Golanê ya Erdexanê ve bi rê ket. Otobus bi wêneyên Dayîka Berfo hatin xemilandin. Malbat, rêveberên ÎHD'ê û parêzvanên mafên mirovan jî li otobusê siwar bûn. Cenazeyê Dayîka Berfo dê sibê li gundê Olçeklî yê navçeya Golanê ya Erdexanê bê definkirin.