Cenazeyê ciwanê Kurd li Şamê kuştî hate dîtin
Cenazeyê ciwanê Kurd li Şamê kuştî hate dîtin
Cenazeyê ciwanê Kurd li Şamê kuştî hate dîtin
Li paytexta Sûriyeyê Şamê cenazeya ciwanê kurd Şiyar Mihdî Mûsa û hevalekî wî destgirêdayî hatin dîtin.
Li taxa Berzê ya paytexta Suryê Şamê cenazeyê ciwanê kurd Şiyar Mihdî Mûsa ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyeyê ve hate dîtin, ji aliyê hêzên rêjîmê ve, li goristaneke komî hatin veşartin.
Roja 18'ê mijdara 2012’an, bi armanca çêkirina telefona xwe ya bêrîkê ji mal xwe ya li taxa Edra bi hevaleke xwe re derket navenda bajêr û nema vegeriya mala xwe. Piştî lêgerîna malbatê di dawiyê de hate zanîn ku hêzên rêjîma Bass cenazyê wî û hevalê wî li ser riya Berzê destgirêdayî û bi guleya di serî de hatibûn kuştin de dîtin û di goreke komî de veşartin.
Malbatê ji hêzên rêjîmê xwestin ku cenazeyê kurê wan bidin wan lê daxwaza wan red kir.
Ciwanê kurd Şiyar Mihdî Mûsa di sala 1996 an de li herêma Edra ya Şamê ji dayik bûye.