Çelîk: Ji bo girtîgehan her deqîqeyek girîng e

Berdevka Komîsyona Girtîgehan a HDP’ê Bûrcû Çelîk bi rayedarên girtîgeha Şakranê ya ku greva birçîbûnê lê didome hevdîtinek kir û wiha got: “Her saetek, deqîqeyek girîng e.”

Endama Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê û Berdevka Komîsyona Girtîgehan a HDP’ê Bûrcû Çelîk derbarê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didome hevdîtinek bi rayedarên girtîgehê re kir. Çelîkê piştî hevdîtinê li avahiya Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya HDP’ê, ligel rêveberên bajêr û navçeyê yên HDP’ê, xizmên girtiyan û endamên partiyê re, daxuyaniyeke çapemeniyê da. Çelîk diyar kir ku, li girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirin zêdetir dibe û wiha got: “Bi taybetî jî bandora biryarnameyên beriya Rewşa Awarte û piştî wê li girtîgehan tên dîtin. Mafê hevdîtin û telefonkirinê û yên zagonî tên asteng kirin. Di vir de greva birçîbûnê bû encamek.”

Çelîk diyar kir ku, hevdîtina bi girtiyan bi riya parêzeran tê kirin û wiha anî ziman: “Ji ber ku parlementerên HDP’ê naxin hevdîtinan. Wekî li derve li hundir jî em vî tiştî dibînin. Bandora Rewşa Awarte xwe di girtîgehan de dide hîs kirin. Di vî warî de, li girtîgehên Tirkiyeyê yên wekî Edîrne û Şakranê, lêgerîneke bi kitekit heye û mirov nikare vî tiştî qebûl bike.”

‘DIVÊ DEV JI BIRYARNAMEYAN BERDIN’

Çelîk diyar kir ku li Şakranê karta nasnameyê ferz dikin û got: “Ev tişt dermirovahiyê ne. Girtî vî tiştî qebûl nakin û li hemberî vê tiştî li ber xwe didin û bi vê re li ser girtiyan êşkenceya fîzîkî dikin. Mirov dikare were ba hev û daxwazên girtiyan çareser bike. Sedema van tiştan jî biryarnameyên di hukmê qanûnan de ye. Divê dev ji van biryarnameyan berdin. Divê hemû partî, sazî, dezgeh û civaka sivîl bertek û nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Em vê daxuyaniyê ligel xizmên girtiyan dikin. Di vî warî de wê xebatên me bidomin.”

‘DIVE DAXWAZ WERIN QEBÛL KIRIN’

Bûrcû Çelîk diyar kir ku li Edîrneyê tenduristiya 2 girtiyan ne baş e û got: “Em dizanin ku li Şakranê rewşa girtiyan gelekî ne baş e. Her saetek, deqîqeyek girîng e. Heke mudaxele neyê kirin, wê ji girtîgehan tabûtên girtiyan derkevin. Rewş giran e. Bêyî xem û fikarên siyasî, divê daxwazên girtiyan werin qebûl kirin.”